• DOLAR 32.585
  • EURO 35.013
  • ALTIN 2460.319
  • ...
 "Qebloya jeneretorê wek xeta qeçax hesibandine û ceza birîne"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Çinarê xwediyê firinekê ji ber ku ceyran her tim qut dibû jeneretorek ji dikana xwe re kirî û xetek ji jenetorê kişande firinê. Li gor beyanatên xwediyê firinê Mehmet Saîd Onen dema ku ekîbên DEDAŞê hatin seata wî ya ceyranê kontrol kirine qebloya ku ji jeneretorê hatiye kişandin wek xeta qeçax hesibandin û jê re 11 hezar TL ceza birîn.

Onen di derbarê mijarê de destnîşan kir wî, meselê ji rayedaran re gotiye, lê tu kes bi tu wechî jê re nebûye alîkar. Onen dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku tu kes li malê tunebû hatine û kontrol kirine û tu tiştî ji tu kesî re negotine û ceza birîne. Ji ber qutbûnên ceyranê, me xetek ji jeneretorê kişandibû. Ji wê xetê re muameleya xeta derve, xeta qeçax  kirine û cezaya ceyrana qeçax birîne. Ji ber ku em xwediyê firinê ne em mecbûrî jeneretorê bi kar tînin da ku karê me nîvrê nemînin. Digel vê yekê ji firinê re 11 hezar lîre, ji xwediyê du malan re 2 hezar û 300 lîre bi tevahî 16 lîre ceza birîne. Ma çi heqê wan li me heye? Ez çûm Diyarbekirê û min dîlekçe da, lê red kirin. Ji min re gotin ku ew ê ê tu cezaya xwe bidî.”

Gelo beriya referandûmê ev ceza bi zanebûn tên birîn?

Onen di berdewama axavtina xwe de destîşan kir  beriya referandûmê ji gelek kesan re bi neheqî ceza hatiye birîn û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di nava personelên DEDAŞê de kesên niyet xirab hene ku ew ji bo xelkê heremê di referandûmê de bibêjin, bi şikleke zanebûn ceza ji xelkê re dibirin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir