Li 12 gundên Diyarbekirê qedexeya derketina derve hat îlankirin
Li 12 gundên girêdayê Licê û Karazê ji ber operasyonên ku dê li dijî PKKê bên kirin, qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Diyarbekirê ve hatiye dayîn de hat ragihandin li Dîbekkoy, Çagdaş, Yolçati, Tepe, Kabakaya, Ortaç, Yalaza, Baglan, Çavundur, Dolunay, Oyukluya girêdayê Licê û li gundê bi navê Çîtlîbahçeya girêdayê Karazê heta daxuyaniyeke din derketina derve hatiye îlankirin.(ÎLKHA)