• DOLAR 32.475
  • EURO 34.828
  • ALTIN 2438.495
  • ...
Gelo Ewrûpa ber bi 'Hilweşîneke' nû ve diçe?
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 Ji bilî van sedema hinek sedemên mîna hêza zextê ya Elmanyayê, tevlîheviya siyasî ya li welatên ku hatine dagirkirin, helwesta Trump ya li dijî NATO û YEyê di derheqê dahatûya Ewrûpayê de dibin sedema nîqaşên nû.

Ger ku di derheqê rabirdûya Yekîytiya Ewrûpayê de lêkolîneke kurt bê kirin ew ê  di derheqê dahatûya Ewrûpayê de karibe nirxandineke bi sihet bê kirin.

Di pergala dinyaya nû ya ku piştî Herba Yekemîn a Cîhanê derket dolê de, Osmanî bi temametî hilweşiya bû  û di şûna wê de dewletên biçûk ên ku em dikarin wan wek êtîngeh û koloniyê bi nav bikin derketibûn holê. Bi heman awayî di heman wextê de de Rûsyaya Çarîtî yê ku di wextê xwe de ji hêzên herî bi qewet a dinyayê bû hilweşiya û di şûna wî de jî Yekîtiya Komareyên Sosyalîst ên Sovyetê hatibû damizrandin.

Dinya ji hêla siyasî ve şikl digirt. Ji rexekî ve ev şiklgirtin pêk dihat ji rexê din ve jî ji bo dinyayê bêxwîn û bêlevdan di navbeyna xwe de belav bikin û dîsa ji bo karibin dinyayê îdare bikin ji saziyeke ku li ser dewletan re ye re îxtiyac hebû. Hinek kes ji ser vê sazyê ji xwe re kiribûn hedef ku da kudewleta bêxwîn û bêşer îdare bikin. Navê vê saziya ku li ser dewletan re bû ‘Cemiyeta Milletan’ (League of Nations) bû.

Piştî ku Cemiyeta Milletan di 10ê Çileya 1920an de hat avakirin re dawî li pergela dinyaya kevin hatibû û ji bo ku dewletên mezin tê de gûz û kaban li hev parve bikin û dê dewletên biçûk ji vir bên kontrolkirin saziyek derdiket holê. Dê navenda vê saziyê Îsvîçre bûbana.  Û ew ê ev sazî hizûr û yekîtiyê ji Ewrûpayê re anîbana!

Dema ku hisab li he negirtin û Hîtler hat serî, arenaya sîyasî îflas kiribûye, lîga milletan mecbûr mabû ku kepengê daxe û Ewrûpa cardin vegeriyabû wan rojên xwe yên bi bixwîn û li Ewrûpayê hilweşîn dest pê kiribû.

Şerê Duyemîn a Cîhanê taloq da xewn û xeyalên Ewrûpa û îdarekirina dinyaya nû. Di netîceya Herba Duyemîn a Cîhanê de 2 reqîbên şirîk  ji partonên Herba Yekemîn a Cîhanê re derketin. Ji bilî DYA û SSCByê şoreşa Maoyê Komunîst a li Çînê pêşiya Çînê vekirin ku li sehneya sîyasî ya dinyayê de pêşiya wê bê vekirin.

Cemiyeta Milletan di bin anavê Milletên Yekbûyî de kom bû û vêcar ji ber ku nekevin bin tesîra şerên ku dê derkevin navenda wê bû DYA.

Di encama Herba Duyemîn a Cîhanê de gelek tiştên ku li kêfa Ewrûpayê neçin pêk hatin. Di encama şer de otorîteya Ewrûpayê ket destê Emrîka û kontrola rojhilata Ewrûpayê jî ket destê SSCBya komînîst.

Ji bo Ewrûpa cardin Ewrûpa karibe rabe ser piyan û cihê xwe di siyasetê dinyayê de cî bigire diviyabû dawî li şerên navxweyî hatibana anîn û ji hêla îqtîsadê ve diviyabû pêş ve çûbana. Ji bo vê yekê hewil hat dayîn da ku saziyeke din bê damizrandin.

Belçîka, Luksemburg, Fransa, Almanya, Îtalya û Hollanda di sala 1950an de ji bo di nav xwe de yekîtiya sîyasî û aborî saz bikin  di warê komir û polanê de hevkariyê kirin û bi vî awayî bingeha Yekîtiya Ewrûpayê avêtin.

Wê çaxê komir û polan ji bo îqtîsadê du madeyên pir girîng bûn. Her çi qas ku hevkariya îqtîsadî zêde bû yekîtiya sîyasî jî di nav wan de zêdetir bû û peyderpey Yekîtiya Ewrû.payê mezin bû. Xerakirina Dîwara Berlînê ji bo Yekîtiya Ewrûpayê bû destpêka serdemeke nû. YE welatên komînîst ên kevin têxiste bin bunyeya xwe ku ev yek wek întîharê hat nirxandin.

Bi vî awayî ji Rojhilata Ewrûpayê ya ku nifûsa wê nêzî 100 milyon e û ji hêla îqtîsadî ve pêş ve neçûye ber bi Ewrûpaya Xerbê ve koçeke mezin dest pê kir. Di encama vê geşedanê de nêzî 10 milyon însan koçî Ewrûpaya Xerbê kir ku ev yek jî bû sedema gelek aloziyên sîyasî û civakî. Di encama vê qrîzê de camiayên nijadperest bi qewet bûn.

Ji ber vê yekê tê diyarkirin ku di warê veqetîna Îngîlîzan ya ji yekîtiyê de ev koç gelek zêde tesîr kiriye. Ji ber ku milyonan kesên Ewrûpaya Rojhilatî  koçî Îngîltereyê kirin  ev yek xelkê Îngîltîreyê gelek zêde aciz kir û di netîcê de dewleta veşarî ya di nava Îngîltereyê de bi şikleke bêdeng ji Ewrûpayê veqetiya.

Muheqqeq e ku hisaba dewleta Îngîlîzan û hisaba însanên ji rêzê ne wek hev e. Xelkê Îngîlterê ji ber netîceyên vê koçê di referandûmê de ji veqetînê re got ‘Erê.’  Lê hisaba dewleta Îngîlîzan cudatir û berfirehtir bû. Pevçûna di navbera Îngîltere û Ewrûpayê de cûda bû. Koça navxweyî ne di rojeva NEyê de bû jî.

Li Ewrûpayê 3 patronên mezin hebûn ku ew jî Elmanya, Fransa û Îngîltere bûn. Di navbera van her 3 dewletan de ji bo YEyê kontrol bikin Heyama Rageşiyê(soft war) û şerê nerm(soft war ) hebû. Ji ber vê şerê di nav wan de û ji ber ku Elmanya û Fransa israr dikirin da ku Îngîltere jî bikeve nava hakimiyeta Banqeya Navendî ya Ewrûpayê, Îngîltere mecbûr ma ku ji Yekîtiyê biveqete.

Îngîltere di fînansa dinyayê de ji navendên herî mezin navendek e. Dikara bê gotin ji Katolîkan Vatîkan çibe fînansa li Herema Cîtyê ya li Londrayê jî  ew ê. Ger ji bo giringiya mijarê bê fêhmkirin mînakeke wisa dikare bê dayîn: FSA(Financial Services Authority)ya ku saziyên fînansê yên li Birîtanyayê îdare û kontrol dike wek sazî nikare di derheqê wê de doz bê vekirin . Ango ji darizandinê muaf e.

Dema ku Îngîltere kontrol  û îdarekirina vê saziyê ji Yekîtiya Ewrûpayê venekir, di navbera wê û Elmanya û Fransayê de qeyraneke sîyasî derket holê. Îngîltere dikaribû di warê wîze û yên din de dengê xwe neke û şertan qebûl bike, lê vê meseleya fi warê fînansê de nikaribû qebûl bike û qebûl jî nekir.

Wisa xuya dike ku Îngîlîzan biryar daye ku bi koloniyên kevin û DYEyê re rêya xwe bidomîne û misade nehat kirin ku Qraltiya Birîtanyaya Mezin di nav Yekîtiya Ewrûpayê de bir bi tunebûnê ve biçe. Gor rapora ku Stratfor amade kiriye wiha ye: “Yekîtiya Ewrûpayê têket nav qeyranê û ev qeyran roj bi roj zêdetir dibe. Di encama vê qeyranê de dê YE carek din yekitiyê bidest nexe û heke bi şiklekî vê yekitiyê biparêze û mihefeze bike jî di qadekî teng û ya ku hatiye perçekirin de dê xebatên xwe bidomîne. Dê Almanya di 10 salên herî dawî de wek aborî li pêş bikeve û di encama vê yekê de jî Polonya dê hêzekî herêmî derkeve holê.”

Gor raporê dê Ewrûpa nekare prsgirêkên xwe yên eslî çareser bike. çavkaniya vê pirsgirêkê jî Herêma Euroyê nîne. Wek tetbîqkirina Herêma Ticareta Serbest a li welatên Ewrûpayê tê diyarkirin. Almanya di navenda îxracata YEyê de ye. Ji sedî 50ya îxracata ku YE dike zêdetir Almanya pêk tîne.”

Tê diyarkirin Almanyaya ku wek aborî li dinyayê di rêza 4 emîn de ye bûye esîrê reqabet û feraha YEyê. Di bergeha vê yekê de tê diyarkirin ku Almanya dê bi gelek xeteran re rû bi rû bimîne. Tê diyarkirin ku a yekemîn neteweperestiya ku li welatên Ewrûpayê belav dibe ye. Tê diyarkirin bi neteweperestiya ku zêde dibe re dê di derbarê aboriyê de zêdtir malê neteweyî tercîh bike.”

Di van rojan de Lîderê Partiya Demokrat ê Civakî yê Almanyayê Sîgmar Gabrîel yê ku şirîkê îktîdarê ya bi Serokwezîr Angela Merkel li Almanyayê Partiya Yekitiya Demokrat a Xirîstyanan (CDU) ji Komara Der Spîegelê re di derbarê pêşeroja YEyê de daxuyaniyên balkêş da.

Gabrîel diyar kiribû ku wan hewl dane kêmasiyên malî yên welatên wekê Fransa û Îtalyayê temîn bikin. Lê ew di encama vê yekê de bi rîskên sîyasî yên Ewrûpayê re rû bi rû mane. Di dawiyê de senaryoya herî xerab li Ewrûpayê hat axavtin. Avêtina ji euroyê yên hinek welatan a ku berê tu kesî qala vê yekê nekiribû cara yekemîn di astekî fermî de hat axavtin.

Ji teref Faransa û Almanyayê ve hat diyarkirin ku qadekî biçûk û kûr a euroyê li derve maye. Di serî de Îngîlîstan gelek bajêr li dijî vê welatê bûn. Dema ku Yunanîstan bi qeyrana aborî re rû bir û ma misade nedihat kirin ku Îngîlîstan beşdarê pakêta alîkariyê ya qada IMF û euroyê bibe.

Fransa û Almanya amadehî dikin ku têkevin polîtîqaya qewîn a pereyan. Ev yek jî dide nîşandan ku welatên zeîftir ên di biryara sîyasî û aborî yên YEyê de çiqas zeîf in.

Gor encama anketa Îndeksa Belavbûna Herêma Euroyê ya meha Cotmeha 2016an a Sentîxê (EBI) di meha îlonê de ji sedî 16,3yan di cotmehê de derket 17.5 an.

Di derbarê anketê de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hişê kesên ku ji qeyrana euroyê re pere radizînin di derbarê vê yekê de tevlêhev bûye. Hat ragihandin ku di şûna Yunanîstanê de zêdetir îhtîmal e ku Îtalya ji Herêma Euroyê cuda bibe.

Marine Le Penê ku li Fransayê lîderê Cepheya Neteweyî ya alîgirên rast e di demekî nêzîk de wiha diyar kiribû: “Yekitiya Ewrûpayê (YE) mir lê hêj ew bi xwe vê yekê nizane. Di hemî qadan de ser neket. Pêşveçûna aborî pir hêdî ye.  Wek civakî bêkarî û belengazî zêde ye. Di derbarê ewlehiyê de ji xwe nikare xwe biparêze.”

Her wiha Le Pen di derheqê endambûna YEyê ya welatê Fransayê de jî axivîbû. Pen wiha diyar kiribû: “Dê em hikûmraniya xwe yên ku ji sînor, pere, aborî û darazê pêk tê ji Yekitiya Ewrûpayê bixwazin. Heke YE bibêje ne dê wê çaxê ez ji Fransewiyan re bibêjim ‘divê ku em ji YEyê derkevin.”

Tê dîtin ku Yekitiya Ewrûpayê di derbarê pergala dagirker û îşqalê de dikare bê cem hev lê di derbarê parvekirina xenîmetê de li hev nayên.

Li Ewrûpaya ku li ser xudbînî, berjewend û nîjadperestiyê bingeha wê hatiye avêtin bi taybet di pêvajoya herî dawî de gengeşe çêdibe. Ev yek jî dibe sedema nirxandina wekê ‘dê di pêşerojê de YEji hev belav bibe.

Li Ewrûpaya ku di pêvajoya dawî de nîjadperestî, li dijraberiya biyaniyan, wek zanîn dijmintiya Îslamê wek bername zêde bûye û hemî nirxên însanî bûn hedef. Hîndekarên humanîst û Ewrûpa li her ciyên ku diçin vir bûne sedema xwîn û hêstiran. Bi îşqal û xwînên ku rijandine bingeha refah û aboriya xwe avêtin. Di qada senayî, zanist û teknolojiyê de pêş ve çûn. Wek aborî bûn hêzekî mezin.

Însanên ku axên wan hatine îşqalkirin bi birçîtî û belengaziyê re rû bir û mane. Ji ber vê yekê ne di qada ilmî û ne jî di qada zanistê de li pêş neketin. Li paş man. Bi vê yekê re zemîna ku ji gijgijandina navxweyî re hat amadekirin van qewman berdan hevdû. Him gitin aşitî û him jî ji bo şerê çek belav kirin. Him ji hederbûna canan re dengê xwe dernexistin û hm jî çek firotin wek aborî dewlemend bûn. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir