• DOLAR 32.488
  • EURO 34.774
  • ALTIN 2441.481
  • ...
 "28ê Sibatê heyama brexwedan û micadelê bû"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Zanîngeha Alparslana Muşê bi navê “Heyama 28ê Sibatê ji bo me çi îfade dike” konferans hat lidarxistin. Hulya Kayacan û Zelîha Kartal wek mexdûrên heyamê beşdarê konferansa ku Yar. Doç. Şîrîn Gul moderatortiya wê dikir bûn.

Hulya Kayacana ji mexdûrên heyama 28ê Sibatê ya ku beşdarê konferansê bû bal kişand ser pirsgirêkên ku kesên bi hîcab di wê heyamê de dûçar bûne.

Ji mexdûran Hulya Kayacan bal kişand ser pirsgirêkên ku kesên di wê heyamê de bihîcab bûn. Kayacan wiha axivî: “Di 28ê Sibatê de derbe li Îmam Xatîbê hat kirin. Wan gotin ‘dê em çawa bidin sekinandin. Dê em beriya perwerdehiyê çawa bigirin.’ Ev kes bi hîcabê dihatin naskirin. Ji ber vê yekê bi hîcabê re micadele kirin. Ev nasnameyekî bû. Terzekî jiyanê bû. Hewl dan ku di her derê dewletê de ji holê rakin. Dema ku gel diçûn nexweşxaneyê jî tixtoran nexweşê tedawî nedikirin. Hinek kes ji ber vê yekê mirin.”

“Me derûniya mexdûrtiyê tu wextî qebûl nekir, me li ber xwe da”

Kayacan diyar kir ku di wê heyamê de hinek kes tehemul nekirine û îstîfa kirine. Dûvre Kayacan wiha pê de çû: “Ez tayînê mamostetiyê bûm. Stajyer bûm. Di kursan de girtîname girtin. Lêpirsîn hat destpêkirin. 6-7 pîrekên bi hîcab hebûn. Hinek hevalên me tehemul nekirin îstîfa kirin. ‘dema ku me got ciyê qanûnên Xweda hebin mirov îtaetê evdê nake’ zextê zêdetir kirin. Me surgunê navçeyê dûv re jî surgunê bajarokê kirin. Ji xeynî emrê Xweda ya hîcabê tu armanca me tunebû. Hinek kesên ku serê xwe vekirin nakrîn nimêjê bikin. Me ji wek veşartî nimêj dikir. Me derûniya mexdûrtiyê tu wextî qebûl nekir, me li ber xwe da. Her çi qas hikûmet hatibû guhertin jî bandora wê yekê ya li ser însanan didomiya”

“Me digot gelo dê zarokên me bikarin perwerdehiya xwe bidomînin”

Zelîha Kartal jî destnîşan kir ku hêj mexdûriyeta wan bi temamî nehatiye çareserkirin. Dûvre Kartal wiha pê de çû: “Armanca me ya sîyasî tunebû. Vê bikar dianîna. Ji xwe hinekan dizanîna. Lê dengê xwe ji vê yekê re dernedixistin. Îro jî dema ku koalîsyon tên bîra min Kêfa min xera dibe. Zilamê êvarê biryar dida. Sibe jî eyar didayê. Misliman qet dev jê bernedan. Tekoşîn û micadele girîng bûn. Em xwedî hest dibin. Em vê çaxê qet xemgîn nedibûn. Me nedizaniya gelo dê ev yek zarokên me bandordar bike yan ne. Me digot gelo dê zarokên me bikarin perwerdehiya xwe bidomînin. Heyama 28ê Sibatê heyama tekoşîn û berxwedanê bû. Ji van dozan 600 kes girtî hene. Neviyên van çêbûne lê hêj jî mexdûriyet bi temamî nehatine çareserkirin.”

Kartal wiha pê de çû: “Hûn biçin heyama 15 salan berê dê hûn çi ji dest bidin. Perwerdehî, zewac, kar, tendirustî… Hinek tiştên ku em xemgîn dibin hene. Em îro rehet in. Em dikarin nimêj bikin. Em ji ber ku mescîd, dibistanên me tunebûn xemgîn dibûn. Niha jî em ji ber ku mescîd vala ne xemgîn dibin.” (ÎLKHA) 













Bu haberler de ilginizi çekebilir