• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
 "Ger ku îro em bi rihetî dijîn em vê yekê deyndarê birayên xwe yên di girtîgehê de ne"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê sempozyumeke bi navê ‘Ji 28ê Sibatê ber bi 15ê Tîrmehê ve’ hat lidarxistin. Di bernameya ku hat lidarxsitin de gelek kes di derbarê girîngiya rojê de axavtinan kirin. Di axavtinên ku hatin kirin de ger ku îro em bi rihetî dijîn em vê yekê deyndarê birayên xwe yên di girtîgehê de ne.

Serokê Platforma Pîrekan a 28ê Sibatê Mîne Îpek di sempozyuma ku beşdarî bû de axavtinek kir. Îpek di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir  ev 20 sal e gelek kesên ji ber ku dersa Qur’anê dane û ji ber ku pankartên hîcabê vekirine di girtîgehê de ne  û ew bi nameyan beşdarî daweta zarokên xwe dibin.

“Ger ku îro em bi rihetî dijîn em vê yekê deyndarê birayên xwe yên di girtîgehê de ne”

Îpek di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ji bo ku cardin 28ê Sibatê neyê jiyan divê doza 28ê Sibatê ya li Qesra Edaletê ya Enqerê bê teqîbkirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev 20 sal e ku mexdûrên 28ê Sibatê di girtîgehê de ne. Parastina heqên birayên me yên di girtîgehê de li ser me wezîfeyek e.  Ji bo ev birayên me bên berdan divê em bi cihên pêwîst re bikevin têkiliyê. Ez li ser navê şexsê xwe di platforma ku ez lê me tînim zimên. Lewra ev 20 sal e ev birayên me ji ber ku dersa Qur’anê dane û ji ber ku pankartên hîcabê vekirine di girtîgehê de ne û ev birayên me bi nameyan beşdarî dawetên zarokên xwe dibin.Lê di ya rastiyê de ger ku îro em bi rihetî dijîn em vê yekê deyndarê birayên xwe yên di girtîgehê de ne.”

Di sempozyuma ku hat lidarxistin de Albayê Biteqawîd Ersan Ergun û Endama MYKYa AK Partiyê Zeynep Alkiş jî bi dorê axavtinek kirin û di axavtinên xwe de qala 28ê Sibatê û teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê hat kirin.(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir