Karkerê taşeron xwest xwe bikuje
Li Rihayê xortekî bavê 2 zarokan ji ber ku firmaya ku ew lê dixebitî dawî li karê wî anî li ber Şaredariya Mezin hewil da întîhar bike.
Îbrahîn Halîlê 38 salî û bavê 2 zarokan nêzî 8 salan li Daireya Kontrol û Parastina Hawîrdorê wek karkerê firmaya taşeron a di bin bunyeya Şaredariya Mezin a Rihayê de dixebitî. Ji ber ku fîrma belesebeb dawî li karê wî anî, Îbrahîm Halîl li ber avahiya Şaredariya Mezina a Rihayê hewil da xwe bikuje. Îbrahîm Halîl li ber avahiyê got ger ku ew dîsa dest bi karê xwe neke ew ê xwe bikuje.
Hemwelatiyên ku bûyerê dîtin xeber dan polêsan. Polêsên ku hatin cihê bûyerên tedbirên ewlehiyê standin. Xortê ku niyet kiribû xwe bikuje piştî ku Serokê Şaredariya Mezin Nîhat Çîftçî jê re soza cardin despêkirina kar da re xort qanê bû û dev ji întîharkirinê berda û teslîmî polêsan bû.
Halîlê ku ji teref polêsan ve hat binçavkirin ji bo jêpirsînê birin ewlehiyê.(ÎLKHA)