• DOLAR 32.495
  • EURO 34.821
  • ALTIN 2441.303
  • ...
"DEDAŞ him sicîla me qirêj dike û him ji me gunehkar dike"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Esnafê ku li navçeya Baglara Diyarbekirê dijî idîa kir ku ji teref DEDAŞê ve tê mexdûrkirin û ji ber ku 2 meh e nikare fatureyê razîne ceyrana wî hatiye birîn û ji bo fatureya ku 2 meh e nehatiye razandin 500 TL faîz dixwaze.

Esnafê bi navê Şafî Yildirim ê ku qesabtî dike destnîşan kir ku DEDAŞ him sicîla wan qirêj dike û him jî ji ber ku faîzê distîne wan gunehkar dike.

Yildirim diyar kir ji ber ku karê wan piştî êrîşa bombeyî ya herî dawî ya li Diyarbekirê hat lidarxistin sekiniye wî fatureya xwe nekariye razîne. Ji xeynê vê yekê tîmên DEDAŞê wî dane îcrayê û ew jî mecbûr maye ku faîzê bide.

Yildirim wiha axivî: “Di herêma ku dikana min li wir e êrîşa bombeyî pêk hat û 13 jiyana xwe ji dest dan û 378 kes jî birîndar bûn. Ev bûyer rewşa karê min wek neyînî bandordar kir. Mişteriyên me kêm bûn. Ji ber vê yekê me nekarî em fatureya xwe razînin. DEDAŞ jî ceyrana me birî û me da îcrayê.”

Yildirim diyar kir dema ku wî serî li DEDAŞê daye hîn bûye ku deynê wî 2 hezar û 300 TL ye. Dûvre Yildirim wiha li axavtina xwe zêde kir: “Min ji wan re got dê goştê di dikanê de xera bibe. Ji bo ku ceyrana min berdin min rica kir. Ji xwe ez naxebitim. Tu kes alîkariya min nekir. Dema ku min bertek nîşan da dûvre bi min re eleqeder bûn. Deynê min wek teqsîd çêkirin. Madem wiha ye hûn çima di serî de vê zulmê dikin? We çima min hewalê parêzer kir.”

“Ji min ji 500 TLyê zêde tir faîz sitandin”

Yildirim diyar kir ku deynê wî hezar û 800 TL bû. Dûvre wiha diyar kir: “Deynê min bû 2 hezar û 300 TL. Ji min ji 500 TLyê zêde tir faîz sitandin. Min pirraniya deynê xwe da lê ez niha nikarim fatureyên xwe yên li malê razînim. Ji min re gotin 3 fatureyên te bi hecîz e. Divê ku ji xeynê 3 fatureyan 900 TL pere razînî. Wiha zilm nabe! Min bi rêvebiran re hevdîtin kir. Ji min re gotin nîvê Diyarbekirê bûye îcrayî.”

“Divê ku DEDAŞ alîkariya gel bike”

Yildirim ji rêvebiran xwest ku bila dest bavêjin van pirsgirêkan. Dûvre Yildirim wiha destnîşan kir: “Par komîsyonekî hatibû sazkirin. Ev komîsyon alîkariya mirov dikir. Lê niha ev çend meh e min fatureya xwe ranezandiye. Min nedikariya. DEDAŞ alîkariya min nekir. Esnafê Baglarê pirr mexdûr e. Milet nikare bixebite. Divê ku DEDAŞ alîkariya gel bike. Gel mexdûr e.”

“DEDAŞ him sicîla me qirêj dike û him mi gunegkar dike”

Yildirim wiha dawî li axavtina xwe anî: “Em dixwazin ku ev zulm ji holê rabe. Deyn, deyn e. Tu kes deynê xwe înkar nake. Lê ev heciz me mexdûr dike. Ji me zêde ye. Em dixwazin ku çarekî ji vê yekê re bibînin. Xweda tu kesî dûçarê krediyê neke. Lê îro dema ku 6 hezar TL kredî tê sitandin faîza wê 500 TL ye. Lê DEDAŞ ji bo fatureya 2 mehî 500 TL faîz distîne. DEDAŞ him sicîla me qirêj dike û him mi gunegkar dike. deynan dike 2 qat.” (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir