• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Xwendekar bi jehrê ketin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat idîakirin ku xwedekarên gundê Pîrotê ya girêdayê navçeya Kahtaya Semdûrê ji ber xwarina ku xwarine bi jehrê ketine.

Gor agahiyên hatine bidestxistin di Dibistana Pîrotê ya ku 80 xwendekar perwerdehî dibînin xwendekaran piştî ku xwarina nîvro xwarin di derdora saetên 14.00an de bi gazina ku dilê wan lihev dikeve, serêş û vereşanê çûn nexweşxanê.  

21 xwendekarên ku tê idîakirin bi jehrê ketine hinek ji wan bi ambulansan û hinek ji wan jî peyade çûn Nexweşxaneya Dewletê ya Kahtayê.

Hat ragihandin ku hinek xwendekar tabûrcî bûne û tedawiya hinek xwendekaran jî didome. (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir