• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Ji bo ku karê bav û kalê xwe bidomîne modelên nû çêdike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hosteyê kindirê Mehmet Dogan Ozufacik diyar kir ku ew bendên ji ber fabrîkayê maye fîle, hêlank, xeraf û cûrên din çêdike û bi vê şiklê jî karê bav û kalê xwe didomîne.

Hoste Mehmet Dogan Ozufacikê ku ev nêzî nîvê qernê ye bi karê kindiriyê re mijûl e digel teknolojiyê hewl dide ku vê kerê bidomîne. Ozufacik diyar kir ku berê gelek kes bi karê kindirê re mijûl dibûn. Lê roj bi roj ev jimar kêm bûye.

Ozufacik diyar kir ku ew hewl didin kevneşopiya kindirê bidomîne. Ozufacik destnîşan kir ku di van salên dawî de ew di nexweşxane û apartmanan de ji bo ku zarok ji merdîwanan nekevin.

“Ev zenaet berê zêde bû lê îro pirr kêm bûye”

Ozufacik diyar kir ew ji bo ku fîle, hêlank, xeraf û malzemeyên ku di nav gel de wek kindir tê zanîn çekin bend û tayên vê karê ji babrîqê temîn dikin. Dûvre Ozufacik wiha destnîşan kir: “Berê li Dîlok û hawîrdora wê ev zenaet pirr zêde bû. Lê niha kêm bûye. Ji ber ku ji bav û kalên me maye em didin domandin.”

Ozufacik diyar kir ku wî ji 18 saliyê pê ve dest bi vê karê kiriye. Dûvre Ozufacik wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji sala 1990an pê ve em bi vê şiklê bend çêdikin. Ez bi xwe ji 18 saliyê pê ve bi vê karê re mijûl im. Di demên dawî de me dest bi çêkirina fîleyên ewlehiyê kiriye. Ev kar ji bav û kalan ji min re maye. Ji ber ku ji bav û kalan maye em hewl didin ku vê karê pêş ve bixin. Berê ev bendên ewlehiyê tunebûn. Carinan zarok ji valahiyên xaniyan dikevin. Ji bo ku ev yek pêk neyê em derdora bînayê fîleyên ewlehiyê çêdikin.”

“Ji ber ku ev kar ji bav û kalê me maye em hewl didin bi deretên xwe vê kerê didomînin”

Ozufacik diyar kir ku ew ji bo çêkirina kindirê pirr dixebitin. Dûvre Ozufacik wiha pê de çû: “Ev meslekekê pirr kevin e. Ji bo ku tayên lehîfan werin çêkirin em temamê rojê dixebitin. Berê van bendan wek rengê dewê dihat çêkirin. Niha em bi rengên cuda çêdikin. Ji ber ku ji her rengê lehîf hene êdî yên bi reng dixwazin. Teknolojî roj bi roj pêş ve êdiçe. Hinek tişt êdî bi makînê tê çêkirin. Ji ber ku ev kar ji bav û kalê me maye em hewl didin bi deretên xwe vê kerê didomînin.” (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir