• DOLAR 32.47
  • EURO 34.857
  • ALTIN 2451.231
  • ...
Alimê bi ilmê xwe amil, însanê egîd û qehreman: Şehîd Şêx Muhammed Zekî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şêx Muhammed Zekî Atakê ku di ji ber fealiyet û xizmetên Îslamî di hedefê PKKê de bû di 19ê Sibata 1992an de li Cizîrê ji teref PKKê ve hatibû şehîdkirin  di salvegera şehadeta xwe de bi rehmet tê bîranîn. Mela Evdirrehman Tîmurtaşê hevalê wî yê dozê bû şexsiyeta mînak a Şehîd Muhammed Zekî ji ÎLKHAyê re vegot.

Şêx Muhammed Zekiyê ku di sala 1957an de li Navyana gundê Şirnexê ji dayik bû zarokê malbateke ehlê tesewûfê bû. Şêx Zekî hêj di xortaniya xwe de dest bi tahsîlkrina ilmên medresê kir.

Şêx Zekî piştî ku dibistana destpêkê li gund xwend re ji bo tahsîlkirina ilmê li çend medreseyên derdorê xwend û di 20 saliya xwe de tahsîlkirina ilmên medresê qedand û li gundên derdorê dest bi melatiya fexrî kir.

Seyda di demeke kurt de dibistana navîn jî qedand û bû mamosteyê qursa Qur’anê û li Medreseya Sor a Ehmedê Cizîrî dest bi seydatiya qursa  Qur’anê kir.

 Şêx Zekî di pêşbirga xweşik xwendina Qur’anê ya ku ji teref dîyanetê ve dihat kirin de ji heremê her tim dibû yekem. Şêx Zekî ji bo xurttir û baştir ji Îslamê re xizmetê bike wezîfeya xwe guhart û  derbasî melatiya mizgeftê bû. Şêx Zekî li Cizîrê bi alikariya xelkê Cizîrê mizgeftek da sazkirin. Li vê camiya ku hêj navê wî lê ye Şêx Zekî odeyên biçûk da çêkirin û van deran kir medrese. Di vê medresê de telebeyên ku êvarî ji bo razanê diman jî hebûn û yên ku tenê biroj dihatin dersê jî hebûn. Seyda Muhhammed Zekî ji temamê cemaeta mizgeftê re sohbetan dida û dersên Qur’an, fiqih, siyer û yên mîna wan dida wan.

Mela Evdirehman Tîmurtaşê ji hevalê dozê yê Şêx Muhammed Zekî Atak e di derbarê şexsiyeta wî de ji ÎLKHAyê re nirxandin kir û destnîşan kir Mela Zekî alimekî aşiqê doza Îslamê bû û her wiha werêk û mêrxas bû.

Tîmutaş di  berdewama axavtina xwe de diyar kir ew û Şêx Zekî di dema ziyareta esnafan de hev dû naskirine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em tev de li Cizîrê 3 alim bûn. Ji bo karibin doza Îslamê birêve bibin em bûn yek. Ji yekî ku civanan karibe li dora xwe bicivîne û bi fikr û eqlê xwe karibe Îslamê vebibêjen re îxtîyac hebû. Me yekî wisa digeriya lê me peyde nedikir. Dema ku Şêx Zekî hat ba min dikana min hebû û ez esnaf bûm. Em ji bo dînê Xweda ji vê dozê re amade bûn û me pev re got lebbeyk.”

 “Ev doza we pir xweşik e lê barê we pir giran e”

Tîmurtaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir Şêx Zekî gund bi gund digeriya û ji bo dînê Îslamê li derdorê belav bike mucadele dikir. Tîmurtaş dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me digel  hev li gund, gundik û bajarokan digeriya. Hetta me digel hev çû ba Seyît Hesenê Gerikiyê ku alimê herî baş a memleketê me bû. Me qala dozê jê re kir. Ev yek xweşa wî çû û ji me re got ‘Ev doza we pir xweşik e lê barê we pir giran e.’ Em jî dizanibûn ka ev doz çi qas giran e.”

Ji bo karibe zêdetir û baştir ji Îslamê re xizmetê bike li taxê mizgeft da çêkirin

Tîmurtaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir wê demê li Cizîrê tenê qurseke Qur’anê hebû û Şêx Muhammed Zekî jî li wê derê seydatî dikir. Tîmurtaş dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Wê demê nifûsa Cizîrê 70 hezar bû û li Cizîrê tenê qurseke Qur’anê hebû. Li wê qursê 20-30 telebe dixwendin. Şêx Zekî dû re mizgeftek da çêkirin û hêj navê wî lê ye.Elhamdulîllah îro jî li wê taxê zarok, ciwan û pîr tev de hemû kes ji bo doza Îslamê hazir û fedakar in. Êrîşên di 6-8ê Cotmeha 2014an de jî li wê taxê hatin kirin.”

Bersiva wî ya ji PKKyiyê ku danezan belav dikir re

Tîmurtaş destnîşan kir ji ber ku Şêx Muhammed Zekî Îslamê vedigot PKKê jê gelek zêde aciz dibû û gelek caran gef lê dixwar. Tîmurtaş dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Seyda di dawiya emrê xwe de pirtûkxaneyek vekir û her wiha karê îmamxatibiyê dikir. Li camiya ku wî dabû çêkirin dest bi melatiyê kir.  Li wê mizgeftê her tim dersê dida zarokan. Her tim 20-15 zarok li cem hebûn. Telebeyan her tim ji bo doza Îslamê perwerde kir. PKK ji van fealiyetên wî aciz dibû. Dikana min miqabilê pirtûkxaneya wî bû.  Carinan em dihatin cem hev. Rojekê ez û seyda me li devê dikana wî rûniştibû û çay vedixwar. Ji berpirsen PKKê kesek hat û danazanek danî ser masê. Seyda vê danazanê nexwend, qetand û avête rûyê kesê ku wê anîbû. PKKyî jî jê re got ‘Seyda te xwendibana.’ Seyda jê re got ‘Qet lazim nîne, ez dizanim hûn kî ne.’ Bi rastî jî pir bi cesaret bû.”

Ji her du milan gule li ser de reşandin

Tîmurtaş di berdewama axavtina xwe de qala şehadeta Şêx Mela Muhammed Zekî kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Berî ku seyda bê şehîdkirin ehlê camiyê û kesên li dora wî jê re tewsiye kirin da ku dernekeve derveye.  Di roja şehadeta xwe de ew û 2 telebeyên wî digel hev ji ber dikana min derbs bûn. Çarrêya Cizîrê navenda PKKê bû. Kîlometreyek ji mala wî dûr li derekê PKKyî her du milên rê girtibûn. Dema ku seyda hat li ser wî de gule reşandin û seyda ji zikê xwe birîndar bû û di heman cihê de şehîd bû.  Piştî ku seyda şehîd bû ji taziyeya wî re jî bûn asteng. PKK kesên ku diçû taziyeya seyda tehdîd dikir. Lê ez û hevalên seyda me cenazeya şehîd bi wesayîtê bir û me bi selewat û tekbîran defin kir.”

 “Ey alimno! Hûn bi Qur’anê mezin bûn encax hûn ji Qur’anê re nabin yar”

Tîmurtaş di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir ji bo doza Îslamê şehîdbûna Şêx Zekî wan kêfxweş kiriye lê digel ku 25 sal ji ser şehadeta wî derbas bûbin jî ew hêj şîna wî dijîn. Tîmurtaş dû re bi van gotinên Şêx Muhammed Zekî dawî li axavtina xwe anî: “Ey alimno! Hûn bi Qur’anê mezin bûn, bi Qur’anê bûn xwedî şeref û izzet, hûn bi saxiya Qur’anê bûn îmamxatîb û rêberê însanan. Qur’an vê qedr û qiymetê da we encax hûn ji Q ur’anê re nabin yar. Hûn ê ji ber vê yekê ji bersivê bidin Rebbê xwe?”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir