• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Wêranşarê di nav molozan de ceset hat dîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wekê ku tê zanîn 2 roj berê li navçeya Wêranşara Rihayê ji teref PKKê ve êrîşa bombeyî li lojmanên ku hakim û dozger tê de dimînin hatibû kirin. Hat destnîşankirin ku di naveyna molozên texrîbata vê êrîşê de cesedek hatiye dîtin.

Gor agahiyên ku hatine bidestxistin ji bo ku molozên di encama êrîşa bombeyî de pêk hatibûn werin avêtin hat berhevkirin û dûvre li derveyê navçeyê hat rijandin. Hat destnîşankirin dema ku molozên texrîbata êrîşê tê rijandin cesedek hatiye dîtin. Dûvre ji bo vê yekê tîmên tendirûstiyê û polês hatin agahdarkirin.

Polêsên ku li hawîrdor tedbîra ewlehiyê sitandin dest bi tehqîqatê kirin.

Hêj nayê zanîn ku cesed aîdê kî ye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir