• DOLAR 32.437
  • EURO 34.866
  • ALTIN 2400.421
  • ...
 "Dema ku baran dibare em bi tirsa dê xanî hilweşe ser me radizên"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rewşa malbata Seçuka 7 kesî ya ku li navçeya Qosera Mêrdînê di avahiya xerabe û nelihevhatî de dijî hêvîdar e ku alîkarî li wan were kirin.

Aydin û Ceylan Selçûkên hevser diyar kirin ku ew di şert û mercên zor û zehmet ên zivistanê de mecbûr in ku di avahiya xerabe de bi 5 zarokên xwe ve bijîn. Ji ber vê yekê wan destnîşan kirin ku ew bes dixwazin bila rêvebir û xêrxwaz xwedî li wan derkevin û ji bo wan xaniyekî saz bikin.

Aydin Selçukê 42 salî diyar kir dema ku baran dibare ew ji ber tirsa ku dê xaniya wan hilweşe nikarin heta sibê razên. Dûvre Selçuk wiha qala pirsgirêkên xwe kir:

“Ne malê me heye û nejî tiştekî ya ku em pê debara xwe temîn bikin. Rewşa xaniya me di holê de ye. Dema ku baran dibare av têkeve nav xanî. Ji ber ku derfetên me tune em nikarin xaniyekî saz bikin. Em hêvîdar in ku xêrxwaz alîkariya me bikin. Xaniyekê me ya ku kirêya wê were dayîn hebe dê em pir kêfxweş bibin. Xweda ji herkesên ku dê alîkarî bikin razî bibe. Tirsa me ew e ku rojekî em di bin malê de bimînin.”

 “Dema ku ez îhtîyaciya zarokên xwe nikarim temîn bikin heta sibê ranazêm”

Selçuk diyar kir dema ku ew îhtiyaciya zarokên xwe nikare temîn bike heta sibê ranazê. Dûvre Selçuk wiha li axavtina xwe zêde kir: “Zarokên min diçin dibistanê. Dema ku ez zarokên xwe û hevalên wan bi hev re dibînim dilê min bi wan dişewite. Dema ku ji min tişt dixwazin ji ber ku ez nikarim bistînim heta sibê ez nikarim razêm û diqeherim.”

Selçuk diyar kir ji ber ku nexweş e ew nikare bixebite. Dûvre Selçuk wiha ragihand: “Dema ez zarok bûm ji banê ketim. Çav, ser û pişta min zirarê dîtin. Dema ku ez tiştekî giran radikim wê rojê ji ber êşa pişta xwe nikarim razêm. Ji ber vê yekê ez nikarim bixebitim jî. Hêviya me maye Xweda.”

 “Kesên ku tên mala me dibêjin; ‘hûn li vir çawa dijîn? Dê hûn hemî nexweş bikevin”

Ceylan Selçuka 30 salî diyar kir ku ji ber bê derfetiyê ew mecbûr in xaniya terkkirî de bijîn. Selçuk destnîşan kir ku ew dema baran dibare ew ditirsin ku dê mala wan hilweşe ser wan de.

Selçuk wiha axivî: “Dema ku cîran ji me re xwarin tînin ez fedî dikim. Daxwaziya min bes ew e ku dewlet ji me re xaniyekê saz bike. Ez dixwazim ku malekî min a ku dê ez lê bisitirim hebe. Tuwalet, hemam û mutbaxa malê tune. Em di heman ciyê de xwarin çêdikin û serê xwe dişûn. Kesên ku tên mala me dibêjin; ‘hûn li vir çawa dijîn? Dê hûn hemî nexweş bikevin.” (ÎLKHA) 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir