Li herema ku lê teqîn çêbûbûû zarokek jiyana xwe ji dest dabû lêkolîn berdewam dikin
Piştî êrîşa bombeyî ya ku li Wêranşara Rihayê li ber lojmanên edliyê pêk hat re li cihê êrîşê lêkolîn berdewam dikin.
Di êrîşa wesayîta bombebarkirî ya ku doh êvarî li li Wêranşara Rihayê li ber lojmanên edliyê hat kirin de zarokek û nîgahdarek jiyana xwe ji dest dan û 33 kes jî birîndar bûn. Li cihê ku êrîşa bombeyî lê hat kirin lêkolîn berdewam dikin.
Hat ragihandin ji birîndaran 3 kesên ku rewşa wan nebaş e sewqî Rihayê hatine kirin. Her wiha hat ragihandin di êrîşê de zarokekî bi navê Ahmet Oktay Gunak û bekçiyek jiyana xwe ji dest dan û 33 kes jî birîndar bûn.
Ji ber êrîşa bombeyî ya ku hat kirin lojmanên edliyê gelek zirar dîtin û avahiyên derdorê jî tahrîb bûn.(ÎLKHA)