• DOLAR 35.366
  • EURO 36.673
  • ALTIN 2992.79
  • ...
Dê HUDA PAR di referandûmê de bibêje "erê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di navenda giştî yê HUDA PARê de daxuyanî da. Yapicioglu di daxuyaniyê de destnîşan kir ku dê ew wek partî di referandûmê de bibêjin “erê”.

Zekeriya Yapicioglu diyar kir ku guhertina makeqanûna ku dê di 16ê Nîsanê de ji gel re were pêşewazkirin kafî nîne. Lê ji ber ku ew temenî dikin ku dê ji bo makeqanûnekî siwîl gav were avêtin dê ew di referandûmê de bibêjin “erê”. Dûvre Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir:

“Wekê ku hûn dizanin dê Tirkiye ji bo ku ray bide guhetina makeqanûnê dê di 16ê Nîsanê de biçe serê sandûqê. Ji ber ku teklîfa guhertina makeqanûnê di meclîsê de herî kêm bi 367 rayan nehat pejirandin dê mecbûrî referandûm çêbe. Di pêvajoya guhertina makeqanûnê de di komîsyon û lijneya giştî ya meclîsê de rageşî çêbibû û dîmenên ku mirov naxwaze bibîne derketibûn holê. Qonaxa meclîsê ya guhertina makeqanûnê qediyaye. Niha dora gel e da ku biryara xwe bide.”

Yapicioglu diyar kir ku tercîha kî çi dibe bila bibe divê ku mirov hurmetê bide van tercihan. Lewra binasiyên cûr bi cûr ên kesên ku vê biryarê didin hene. Dûvre Yapicioglu wiha destnîşan kir:

“Ez dixwazim ku diyar bikim em ji tabloya ku di komîsyon û lijneya giştî ya meclîsê de derket holê aciz bûn. Ez divêm diyar bikin ku em heman hewldana ku niha tê dayîn da ku rageşî derkeve tesdîq nakin. Pêwîst e ku herkes hurmet bide tercîha gel. Divê ku tu kesî kesên ku wekê hevdu nafikirin wek xayînê welat îlan neke. Heqê tu kesî tune ku vê yekê bike. Divê ku mirov bizane binasiyên cûr bi cûr ên kesên ku dibêjin ‘erê’ û yên dibêjin ‘ne’ hene.”

 “Divê ku ji nû ve makeqanûneke nû were sazkirin”

Yapicioglu bal kişand ku guhertina makeqanûnê tu wextî kafî nîne û gel hêvîdar e ku ji nû ve makeqanûnekê were sazkirin. Yapicioglu wiha li axavtina xwe zêde kir:

“Makeqanûn, ew metnên mutabaqatê ne ku di bergeha teleb û îhtiyaciyên civakî de çêdibin. Ev rewş jî dide nîşandan pêwîst e ku makeqanûnên ku mafên herî girîng û belgeyên siyasetê ne bi zorî neyên amadekirin. Eşkere ye ku wesfên makeqanûna 1982an di nav xwe de nahewîne. Ev makeqanûna ku hemî neyîniyên hişmendiya derbeyê di nav xwe de dihewîne hêj jî sedemên bingehîn ên ku di her qadê de ji qrîz û qeyranan re zemîn amade dike ye. Her çi qas di dîrokên ji hev cuda de gelek guhertinên qismî hatibin çêkirin jî ev yek tu wextî enxamên ku hatine xwestin bidest werin xistin pêk nehatiye. Bergeha wê çi dibe bila bibe guhertinên qismî yên ku dê çêbin tu wextî îhtiyaciya makeqanûnekê nû ji holê ranekiriye. Ev yek bi tecrûbeyan sabit e. Divê ku ji nû ve makeqanûneke nû were sazkirin. Daxwaz û hêviya gel wiha ye.”

 “Em diyar dikin ku tercîha me ya di referandûmê de “erê” ye”

Yapicioglu diyar kir ku guhertinên dê çêbin kêm e û kafî nîne. Ew temenî dikin ku ev gav ji bilî ve ji bo makeqanûnekî nû ya siwîl bibe. Dûvre Yapicioglu di derheqê biryara xwe ya wek partî de wiha diyar kir:

Em hêj di serî de dibêjin di çarçoveya rêgezên di bernameya me ya partiyê de bi şikleke tevahî û beşdarbûna herî zêde û lihevkirî amadekirina makeqanûneke nû pêwîst e. Lê dema ku mirov li şertên mewcûd ên siyasal û civakî mêze dike eşkere ye ku dê ev yek di demekî kurt de û bi şiklekî hêsan çêbibe. Ji ber vê yekê em ehemiyetê didin xebatên ku dê ji bo guhertinên qismî çêbibin û vê guhertinê wek beyana niyetê dibînin. Di çarçoveyên vê nirxandinê de helwestên neyînî yên ku dê li dijî vê guhertina makeqanûnê ya ku dê ji tercîha gel re were pêşewazkirin umrê makeqanûna ku berhema derbeyê ye dirêj bike. Ji ber vê yekê em guhertinên ku dê çêbin kafî nabînin û bi temeniya gavekê ya ku ji bo makeqanûnekê siwîl û nû dê em di referandûmê de bibêjin ‘erê’ .”

Divê ku hemî alîgir bi eqlê selîm bibin

Yapicioglu bang li hemî teref û alîgiran kir da ku di pêvajoya referandûmê de bi eqlê selîm hereket bikin. Dûvre Yapicioglu wiha pê de çû: “Felsefeya eslî ya makeqanûna derbeyê û bi saziyên xwe hebûna xwe diparêze. Ji ber vê yekê bes guhetina pergala hikûmetê dê ji her derdê re nebe çare. Her wiha di serî de Qanûna Partiyên Siyasî û Qanûnên Hilbijartinê divê ku di qanûnên din de jî guhertin çêbin.” (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir