• DOLAR 32.458
  • EURO 34.805
  • ALTIN 2439.902
  • ...
Gundê ku ev 90 roj e ceyrana wê tune ye bi mexdûriyeteke mezin re rû bi rû maye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gundê Pîrînçlîka Yolbuya Kayapinara Diyarbekirê ev bi mehan e  ku av û ceyran tuneye. Gundiyan destnîşan kirin li gund nêzî 90 rojan e ku  av û ceyranên wan tuneye  û ew gelek mexdûr dibin.

Ji ehlê gund kesê bi navê Mahmud Begen di derbarê mişkîleyên gundiyan de destnîşan kir ew pêdiviyên xwe bi ava berf û baranê  tedarik dikin û zarokên wan ji ber van mişkîleyan zarokên wan nexweş ketine.

Begen di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir bi stîlan ew bi ava baran û berfê tedarik dikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Pîrekên me ji avên ku kom bûne tîje dikin û van dikelînin û didin heywanan. Temamê heywanan nexweş ketine, zarok nexweş ketine. Ez bang li rayedaran dikim. Ji bo Xwedê ji me re bibin alîkar. Ji 100 malbatî re trafoyeke xerabûyî dane. Ji 15ê Mijdara 2016an vir ve ceyran tuneye. Nexweşên me li gund nikarin bijîn.”

“Gunehê van zarokan di stûyê we hemûyan de ye”

Begen di berdewama axavtina xwe bang li rayedaran kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Serokomar, serokwezîr û rayedarên mehelî! Gunehê van zarokan di stûyê we hemûyan de ye. Em wan dişînin derine din. Li gor wê ji me re bibin alîkar. Ev 90 roj e ku  ceyrana me tuneye, zarokên me nikarin serê xwe bişon, em nikarin ava xwe tedarik bikin û avê ji derdorê tînin. Gelo hûn di haleke wiha de bana hûn ê çawa kiribana? Xwe bikin şûna me. Ji bo Xwedê ji em re bibin alîkar.”

Ekrem Çakmak jî di derbarê mijarê de destnîşan kir ji ber ku ceyrana wan tuneye û zarokên wî jî nikarin ji ber vê yekê dersên xwe bixebitin û ev yek jî derûniya zarokên wan xera dike.

Hakki Ugurlu jî diyar kir ew çendîn caran ji ber qutbûna ceyranê serî li EDAŞa Dîcleyê dane  lê tiştek ji bo wan nehatiye kirin. Ugurlu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Dema ku ceyrana me tuneye em nikarin avê ji çalê bikşînin. Zarokên me bêav dimîninû em nikarin serê xwe bişon. Me ji bo ceyrana me were 10 caran serî li DEDAŞê da. Lê tu bersiva xizmet nedan me. Di taliyê de  em bêceyran û bêav in. Em nizanin çi bikin. Em bang li rayedaran dikin, ji bo Xwedê ji em re bibin alîkar.”

Ji nîştecihên gund kesên bi navê Ferîde Akkuş û Ayten Begen jî di derbarê problema ceyran û avê de destnîşan kirin ew ava xwe ji petrola ku 2 kîlometre ji gund dûr e tînin û vê ava girik a wek heriye di şûştina serê zarokan de bi kar tînin, lê belê ev ava ku ew ji 2 kîlometre dûrahî tînin dev ji însanan biqerin heywan jî venaxwin.

Xwendevanên gund jî diyar kirin ji ber ku av û ceyrana wan tune ye ew nikarin serê xwe bişon û xwe bişon, ji ber vê yekê ew nikarin xwe paqij bikin. Xwendevan her wiha diyar kirin ji ber vê rewşê li mektebê hevalên wan henekê xwe bi wan dikin û ji wan re dibêjin ‘Ji te bêhn tê.’(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir