Kesekî ku tê îddîakirin bi tonan fistiq diziye hat girtin
Kesekî şikdar ê ku tê îddîakirin li Dîlokê 400 ton fistiqên cotkaran diziye hat qefaltin.
Hat ragihandin li Sîteya Fistiqfiroşan a Şehîtkamîla Dîlokê kesên bi navê B.K. lawê wî Y.K. nêzî 400 ton fistiqên cotkaran dizîne. Piştî ku bûyer hat hînbûn re ji bo kesên şikdar bên girtin xebat hatin destpêkirin. Di encama xebatan de Y.K. hat binçavkirin û ji bo B.K. jî bê girtin xebat didomin.(ÎLKHA)