• DOLAR 35.443
  • EURO 36.354
  • ALTIN 3063.15
  • ...
Avahiyên dîrokî yên li Mêrdînê ji bêxwedîtî yek bi yek hildiweşin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li bajêr piştî ku Medreseya Husamiye ya ku xwediyê 900 salan e hilweşiya re  sûka bi navê Sûka Mavsayê ya ku sûka ewil a sûka dewlemendtir e  û bi navê Sûka Fabraciyan tê naskirin jî bûye kavil û wêrane. Dîwarên ketî û kargehên ku bi çopan hatine dagirtin dilên kesên ku rewşê dibînin dişewitîne.

 “Lazim e em li dîrokê xwedî derkevin”

 Dawûd Îletmîşê ku esnaf e di derbarê mijarê de destnîşan kir çarşiya herî dewlemend a Mêrdînê bûye kavil diyar kir ev sûk divê bê restorekirin, encax tu kes xwe nade ber. Îletîlmîş dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ez ji 6 saliya xwe ve li vê sûkê me. Hema li jêr hêj ez dikandariyê dikim.  Li vê derê terzî, sefar, hedad û sobevan hebûn.  Ji ber ku gelek kevnar e gelek nav lê hatine kirin.  Herî dawî min bihîst ku jê re dibêjin Sûka Çaroxfiroşan.  Ev malên li ser dikanan pey re hatine çêkirin.  Xwediyê van dikanan hene, lê tev li derveyî bajêr in û tu kes jî li van deran xwedî dernakeve.  Kirêdar nemane, tu kes naçe nayê. Dev ji sûkê berdin Mêrdîna berê nemaye. Berê ev tev dikan bûn, heyat li van deran hebû, pir xweş bû. Niha dikandarê ku maye jî perîşan e. Ji ber bûyerên dawî esnaf dike îflas bike. Mezinên me û serokên şaredariyên me jî tiştekî baş ji bo me nekirin.  Exlebeyê dikandaran ji banqeyan kredî kişandine û hemû jî niha ketina derdê deynên xwe. Dikandar ji şeveqê heta êvarî sifteh nake. Divê sûkeke dîrokî ne di vî halî de bana. Lazim e li dîrokê xwedî bê derketin. Encax kî tê bila bê tu kes tiştekî nake.”

Piraniya medreseya 900 salî xera bûye

 Abdulkadîr Ozen jî di derbarê mijarê de destnîşan kir lazim e medreseya 900 salî ya ku li Taxa Deriyê Sawûrê ye bê restorekirin û wiha got: “ Me ji bo vê medresê serî li Wezareta Çandê kir. Niha em li benda muracatê ne.  Em dixwazin ev der bê restorekirin. Her kuncikê vê derê dîrokeke cuda ye. Bila li vê derê dîrokek winda nebe. Ji ber vê yekê divê xwedî li vê dîrokê bê derketin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir