• DOLAR 32.455
  • EURO 34.749
  • ALTIN 2439.89
  • ...
 "Obezîte zirarê dide tenduristiya ruhê zarokan"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kesên ku ehlê karê xwe ne diyar dikin obezîte ne tenê li ser mezinan her wiha li ser zarokan jî tesîreke neyînî dihêle. Ji Beşa Nexweşî û Tenduristiya Zarokan a Nexweşxaneya Memorîala Diyarbekirê Pîspor Dr. Ayhan Çerî  qala tesîra neyînî ya obezîteyê ya li ser zarokan kir.

Çerî di nirxandina xwe ya ku kir de destnîşan kir zarokên qelew  li gor yên ne qelew in zêdetir marûzî mişkîleyên psîkolojîk û mişkîleyên fîzîkî yên tenduristiyê dibin. Çerî dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Zarokên qelew carinan jiyaneke bi xwe re lihevhatî diborînin. Encax carinan jî pişta xwe didin dinyayê û bêdeng dimînin û xwebaweriya xwe winda dikin û berê xwe didin xwarina zêde. Bi heman awayî carinan jî dibe ku hevalên van zarokên qelew henekên xwe bi wan bikin. Ev sedem jî dibin sebeb ku  psîkolojiya zarokî/ê xera  bibe.”

Çerî di dawiya axavtina xwe de di derheqê tesîrên neyînê ya obezîteyê ya li ser zarokan de wiha ragihand: “Qelewbûn di zarokan de dibe herimîna xewê û zêdebûna rîska qrîza qelbê.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir