• DOLAR 32.47
  • EURO 34.724
  • ALTIN 2434.753
  • ...
"Heke hûn bizanin ku dê qiyamet rabe jî dîsa fîdan daînin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Midyada Mêrdînê Seyît Halîl Acarê ku di Taxa Akçakayayê de dijî li ber mala xwe bi dehan cûrên şax û fîdanan daniye. Acar diyar kir ku ev yek karekî bi xêr e.

Acar destnîşan kir ku ew her cûr fîdanan jî aşî dike û li ber rê fîdanên ku bi têlan dora wan asê kiriye hewl dide ku bifroşe. Acarê ku ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê (ÎLKHA) re axivî di derheqê fîdanan de agahî da.

“Heke hûn bizanin ku dê qiyamet rabe dîsa fîdan daînin”

Acar hedîsa Hz Muhammed a “Heke hûn bizanin ku dê qiyamet rabe dîsa fîdan daînin” anî bibîranîn. Dûvre Acar wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev karekî bi xêr e. Me jî bi vê niyetê dest pê kir. Ez dixwazim ku însan ji me faîdekî bibînin. Ez jî ji bo ku vê xêrê bidest bixim dikim. Belkû însan ji van fîdanan xêr bibînin, fêkiyên wan bixwin, çûk xwe li ser şaxên wê daînin û însan di bin siya wê de rûnên. Ez jî him bi vê niyetê û him jî ji bo ku perê nanê xwe derêxin vê karê dikim.”

“Ez vê karê bi kêfekî xweş ji bo xêrê dikim”

Acar ragihand ku ew him aşiya van fîdanan dike û him jî difekîne. Her wiha Acar destnîşan kir ku vê karê bi şiklekî kêfxweş dike da ku bibe xwedîxêr.

Dûvre Acar wiha pê de çû: “Ez daran jî aşî dikim. Dema ku gazî me dikin em aşiya dara gilyaz û fistiqê û her cûr darên din aşî dikin. Ez hez dikim ku vê karê bikim. Ez bi kesên ku ji bo aşiyê tên cem min re bazar nakim. Heqîqeten kirina vê karê xêr e û fikra min ew e ku însan jê faîde bibînin.” (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir