Riha wek navend operasyonên FETO: 50 binçavî
Riha wek navend di operasyonên ku li 6 bajêran li dijî FETO hatin lidarxistin de 50 kesên ku di nav wan de esker û polês jî hebûn hatin binçavkirin.
Di bergeha lêpirsîna ku ji teref Serdozgeriya Komare ya Rihayê ve tê birêvebirin de li Riha, Osmaniye, Stenbol, Dîlok, Mêrsîn û Mereşê di heman wextê de operasyon hatin lidarxistin. Di encama operasyonan de 50 kesên ku di nav wan de esker û polês jî hebûn hatin binçavkirin.(ÎLKHA)