Serokê şaredariya Gokçebaga HDPyî hat girtin
Serokê Şaredariya Gokçebaga HDPyî Serhat Çîçek û karkerê şaredariyê Namet Can li Sêrtê di 1ê Sibatê de hatibûn binçavkirin. Hat diyarkirin ku Çîçek û Can hatine girtin.
Serokê Şaredariya Gokçebaga HDPyî Serhat Çîçek û karkerê şaredariyê Namet Can li Sêrtê di 1ê Sibatê de bi hinceta ku “ji rêxistinên PKK/KCKyê re bûne endam” hatibûn binçavkirin ji teref mehkemê ve hatine girtin.
Hat destnîşankirin ku Çîçek û Can şandine Girtîgeha Tîpa Eyê ya Sêrtê. (ÎLKHA)