Jimara binçaviyê ya di operasyonên li Mêrdînê de bû 48
Li navçeyên Mehsert, Artuklu û Nisêbînê de li dijî PKKê operasyon hatin lidarxistin. Di operasyonên ku hatin lidarxistin de gelek çek û mihîmat hatin bidestxistin û 46 kes jî hatin binçavkirin.
Walîtiya Mêrdînê ragihand ku di 9 taxên çolwar ên girêdayê navçeyên Mehsert, Artuklu û Nisêbîna Mêrdînê ne de li dijî PKKê operasyon hatin lidarxistin. Di operasyonên ku hatin lidarxistin de gelek çek û mihîmat hatin bidestxistin û 46 kes jî hatine binçavkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di nabeyna 11-12 Sibatê de li taxên Sulakdere, Aytepe yên girêdayê Mehsertê; taxên Îlkadım, Yavrukoy, Buyukkardeş, Kuçukkardeş û Akarsu yên girêdayê Nisêbînê û taxên Yardere û Ahmetlî yên girêdayê Artukluyê li dijî PKKê operasyon hatin lidarxistin. Di operasyonên ku hatin lidarxistin de gelek çek û mihîmat hatin bidestxistin û 46 kes jî hatine binçavkirin.(ÎLKHA)