Hejmera eskerên ku li El-Babê jiyana xwe ji dest dan bû 5
Di operasyonên ku li El-Babê di bergeha Harekata Mertala Fêratê tên birêvebirin de 5 esker jiyana xwe ji dest dan û 6 esker jî birîndar bûn.
Hat ragihandin di operasyonên ku li El-Babê di bergeha Harekata Mertala Fêratê tên birêvebirin de bi DEAŞê re pevçûn derket, di encama pevçûnê de 5 esker jiyana xwe ji dest dan û 6 esker jî birîndar bûn
Her weke ku tê zanîn di pevçûna ku îro di navbera esker û DEAŞê derket de eskerek jiyana xwe ji dest dabû û 10 esker jî birîndar bûbûn, ji van 10 eskerên ku birîndar bûbûn 4 esker li nexweşxaneya ku lê dihatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan.
Doh jî di pevçûna ku derketibû de 5 esker jiyana xwe ji dest dabûn û 13 esker jî birîndar bûbûn.
Hat ragihandin heta îro di operasyonên ku di bergeha Harekata Mertala Fêratê de li Sûriyê tên kirin de 66 esker jiyana xwe ji dest dan.(ÎLKHA)