• DOLAR 32.489
  • EURO 34.775
  • ALTIN 2441.803
  • ...
"Şehîdî ji Adem û vir ve têgiheke îlahî û Îslamî ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Platforma Kerwana Şehîdan Omer Çelîk ji ber minasebeta meha Sibatê ya ku wek Meha Şehadetê tê zanîn daxuyanî da û nirxandinan kir. Çelîk di nirxandina ku kir de destnîşan kir peyva ‘Şehîdiyê’ bi îdeolojiyên din re tînin bal hev  û hewil tê dayîn da qedr û qiymeta wê ji holê bê rakirin,  lê di ya rastiyê de şehîdî têgiheke Îslamî ye.

Çelîk di berdewama axavtina xwe de di bîran xist   di meha Sibatê de li çar aliyên erdigariya ummetê kesên bi navê Hasan El-Benna, Îskîlîplî Atif Xoca, Şeyh Zekî Atak, Abbas Musavî, Şeyh Ragip Harp, Metîn Yuksel û kesên mîna van yên ku ji ummetê re bûne pêşeng  şehîd bûne.

“Ji wan kesên ku di rêya Xwedê de hatine kuştin re nebêjin mirîne, bîlakîs ew sax in”

Çelîk di berdewama axavtina xwe de ayetên ‘Ji wan kesên ku di rêya Xwedê de hatine kuştin re nebêjin mirîne, bîlakîs ew sax in, lê hûn nikarin vê fêm bikin’ û ‘Ji wan kesên ku di rêya Xwedê de hatine kuştin re nebêjin mirîne, bîlakîs ew sax in; ew bi wê lutf û kerema ku Xweda ji wan re daye di nava kêfxweşiyê de li qetê Rebbê xwe  mazharî rizqên xwe dibin’  bi bîr anî û  wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji bo şehîdan tebeqeyên heyatê yên ku li derveyî îdraka me ne hene. Xweda qedexe kiriye ku em ji wan re bibêjin. Di hedîsa şerîf de tê gotin, şehîd di cennetê de di gulpikên teyrên kesk de ne û bi şikleke azadane ji xwe re digerin.”

“Ew cana ku daye û xwîna ku herikandiye dê bibe wesîleya qaîm û daîmbûna wê dozê”

Çelîk di berdewama axavtina xwe de diyar kir şehîd ji ezaba dojehê muaf in û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Azadiya rastî ji dojehê xilasbûn û qezenckirina cennetê ye. Ji bo şehîdan qezenca herî mezin û ya uxrevî ev e.  Ger ku însan ji bo dozekê canê xwe karibin bidin û karibin xwîna xwe bidin rijandin; wê demê ew can a ku daye û xwîna ku herikandiye dê bibe wesîleya qaîm û daîmbûna wê dozê.”

“Şehîdî ji Adem û vir ve têgiheke îlahî û Îslamî ye”

Çelîk di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew wateya ku ji bo peyvan di nava civakên Îslamî û yên ne Îslamî de tên bikaranîn ji hev cûda ne û şehîdî ji Adem û vir ve têgiheke îlahî û Îslamî ye û ev têgih ew qas bi qedr û qiymet e ku nikare bi îdeolojî û fikrên din bê bikaranîn. Çelîk dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Îro cihû, mesîhî, komînîst, ateîst ji bo miriyên xwe peyva ‘Şehîdî’yê bi kar tînîn. Dibêjin ‘Şehîdê demokrasiyê’,  ‘şehîdê çapemeniyê’, ‘şehîdê komînîzmê’ û ‘ şehîdî azadiyê’.  Lê şehîdî ji Adem û vir ve têgiheke îlahî û Îslamî ye. Ev têgih encax bi fermanên dînî dikare bê fêmkirin. Ger ku Misliman be û di rêya Xweda de  can dabe ew şehîd e. Nîjad, ziman û rengê wê/î ferq nake. Însan ji bo kesên ku ji bo îdeolojiyên xwe dimirin vê peyvê bi kar tînin ku ev bikaranîn vê rastiyê berawajî nake.”

Çelîk di dawiya axavtina xwe de hedîsa Pêxemberê me Hz. Muhammed(s.x.l.) di bîran anî û diyar kir bi destê yekî Misliman kuştina Mislimanekî nabe şehadet û kesê bikuje jî û kesê bê kuştin jî di agir de ye.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir