Li Agiriyê ji 47 kesên ku hatibûn binçavkirin 14 kes hatin girtin
Di bergeha lêpirsîna FETO/PDYyê de ji 47 kesên ku hatibûn binçavkirin 14 kes hatin girtin.
Di derbarê mijarê de ji teref Walîtiya Agiriyê ve hat destnîşankirin li Agiriyê di bergeha lêpirsîna FETO/PDYyê de ji 47 kesên ku di nav de esnaf, mamoste, polês, esker û doxtor hebûn hatibûn binçavkirin ku ji van 47 kesan 14 kes hatin girtin.
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin 24 kes bi şerta kontrola edlî tev de 26 kes hatin serbestberdan û kesek jî hêj di binçaviyê de ye.(ÎLKHA)