• DOLAR 32.445
  • EURO 34.77
  • ALTIN 2442.632
  • ...
68 sal e bi hespê debara xwe temîn dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kemal Babayê 80 salî destnîşan kir ku ew 68 sal e bi hespê aboriya xwe diqedîne. Baba diyar kir ku bi taybet ew zivistanan dixebite da ku birçî nemîne.

Kemal Baba diyar kir ku ew havînan ciyên ku wesayît naçe wir û zivistanan jî asê ne bi hespên xwe gihana wê derê pêk tîne. Baba ev 68 sal e ku di erda Bedlîsê ya ervazî de bi hespên xwe yên emekdar dixebite da ku aboriya temîn bike.

Baba destnîşan kir ku karê wî wekê berê tune. Lê ji ber bêderfetiyê ew digel umrê xwe ya 80 salî mecbûr e bixwebite. Her wiha Baba destnîşan kir ku ji ber karê xwe ew însanan çêtir nas dike û wek kesên ku karê postetiyê dike adresan dizane. 

Dûvre Baba wiha di derbarê karê xwe de axivî: “Heke ez dev ji vê karê berdim dê ax gazî min bike. Ne sixorteya min û ne jî ya hespê min heye. Zivistanê ez carinan barê 3 caran dikêşim. Lê havînan karê min baş e. Ez êm didim hespên xwe û baş wan xwedî dikim. Ev 68 sal e ez bi van hespan nanê xwe qezenc dikim. Ez zêde barê erebê nakim da ku hespên min aciz bibin. Ez ji hespan pir hez dikim. Ew çavkaniya debara min in. Ez ji bo derên nêzîk 200-250 kg bar dikim. Heke ciyên dûrtir bibe ez 150 kg bar dikim. Berê kar zêde bû. Me êzing, hirî, ard dikişand. Me 15 kesan vê karê dikir. Hemiyan dev jê berdan. Ez mam tenê bi serê xwe.”

Baba diyar kir heke mirov baş li hespekî xwedî bike mirov dikare 15 sal bi wê hespê kar bike. Heke baş neyê xwedîkirin dê hesp di nabeyna 5 salan de ji hal bikeve.

Baba diyar kir dema ew 15 salî bûye çûye dibistanê. Lê mamosteyê wî lê xistiye. Ji ber vê yekê wî ji dibistanê dev berdaye û xwendina wî jî tune. Piştî ki Baba diyar kir dema ew biçûk biye wî dest bi vê karê kiriye wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hespê min rojê 5 kîlo ceh dixwe. Ev jî nêzî 10 milyonan e. Hespê min ê niha 7 salî ye. Min navê wê danî ‘keyfo’. Min ji 12 salî pêve dest bi vê karê kiriye û heta niha min nêzî 100 hespan xwedî kiriye. Em bi tyabet havînan bar dibin derên ku wesayît naçin wir û zivistanan jî derên ku girtîne. Ferqa me ya ji wesayîtan ew e ku em malên mişteriyan dibin heta depoyê.” (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir