Li Silopiyê operasyona cixareyên qeçax
Di operasyona ku li navçeya Silopiya Şirnexê hat kirin de 19 hezar paket cixareyên qeçax hatin bidestxistin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin tîmên polêsan li navenda Silopiyê di ser kargehekê de girtin. Di operasyona ku hat kirin de 19 hezar paket cixareyên qeçax hatin bidestxistin û kesekî bi navê H.K. hat binçavkirin.
Hat hînbûn H.K. bi şerta kontrola edlî hat serbestberdan.(ÎLKHA)