Çînî fîrmayên di pîşêsaziya Elmanyayê de dikirin
Veberhênanên Çînî di nava saleke dawî de bi 13 milyar dolaran 56 fîrmanyên Elmanan kirîn.
Veberhênanên Çînî bi fîrmayên Elmanan a ku dikirin balan dikşînin li ser xwe. Veberhênanên Çînî di sala 2014an de 30 fîrma, di sala 2015an de 37 û di sala 2016an de 56 fîrmayên Elmanan standin. Hat diyarkirin veberhênanên Çînî ji bo van fîrmayên ku standine tevde 13 milyar dolar dane.
Hat diyarkirin ne tenê Elmanya bi heman awayî welatên din jî ji bo veberhênanên Çînî di hedefê de ne. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin veberhênanên Çînî ji bo standine firmayan di sala 2016an de 247 milyar dolar xerc kirine.
Çîn li cîhanê duyemîn dewleta ku herî zêde ji derve firmayan distîne ye.(ÎLKHA)