• DOLAR 32.469
  • EURO 34.744
  • ALTIN 2435.94
  • ...
Îsraîla rejîma terorê Xezê da ber bomban
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îsraîla dagirker a rejîma terorê rojhilat û başûra Xezê bi balafirên cengê da ber bomban. Balafiran li zeviyên çandê yên xwediyê hêzên tekoşînê li beldeya Beyt Lahîyayê da ber bomban.

Hat destnîşankirin ku zeviyên çandê gelek xisarê dîtine. Her wiha 3 hedefên aîdê Hamasê jî da ber bomban. Berdevkê Wezîrtiya Tendirûstiyê Dr. Eşref wiha ragihand: “Heta niha kesên ku ji ber êrîşên Îsraîlê birîndar bune di nexweşxanê de tune.”

Ji Hamasê hişdarî

Her wiha Hamas di derbarê êrîşên ku hatine lidarxistin de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê ev êrîş bê bersiv nemîne.

Di daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Êrîşên Îsraîlê ya ku li dijî Xezeyê zêde dike xeternak e û divê demildest were sekinandin. Îsraîl hewl dide sûc û zulmên ku li dijî girtiyên Filîstînî û Mislimanên li Qudsê lidar dixe vedişêre. Ji ber vê yekê rejîma dagirker a Îsraîl faîlê sereke ye. Heke êrîşên xwe bidomîne dê ev bê bersiv nemîne.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir