Serokwezîr Yildirim: Li kesên ku dibêjin 'Na' binêrin û li gor wê qerara xwe bidin
Serokwezîr Bînalî Yildirim li Stenbolê beşdarî Merasîma Temelavêtina Projeya Veguherîna Bajaran a Fikirtepeyê bû û li wê derê axivî. Yildirim di axavtina xwe de destnîşan kir li kesên ku dibêjin 'Na' binêrin û li gor wê qerara xwe bidin.
Yildirim di berdewama axavtina xwe de di derbarê referandima ku dê bê kirin de destnîşan kir li kesên ku dibêjin na binêrin û li gor wê qerara xwe bidin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em çima dibêjin, 'belê'? PKK dibêje 'na', ji ber vê yekê em dibêjin 'belê'. FETO dibêje 'na', ji ber vê yekê em dibêjin 'belê'. HDP dibêje 'na', ji ber vê yekê em dibêjin 'belê'. Li kesên ku dibêjin 'na' mêze kin û li gor wê qerara xwe bidin. Ev xelk dê di referandûmê de dersa yên ku ji cudaxwaziyê ra dibêjin 'belê' û ji yên ku ji FETO ra dibêjin 'belê', bide. Dê mohra 'belê' lê bide û dê ji cudaxwaz û FETOyîstan hesabê bipirse."(ÎLKHA)