• DOLAR 32.455
  • EURO 35.054
  • ALTIN 2418.554
  • ...
"Mislimanan negotine 'Terora Xirîstyanî'"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî ku Serokê DYEyê Donald Trump çûna li DYEyê yên hemwelatiyên 7 welatên Îslamê yên wekê Îran, Iraq, Sûrî, Lîbya, Yemen, Somalî û Sudan qedexe kir dijmintiya li dijî Îslam û Mislimanan êzdetir bû.

Serokê Şaxa Êlihê yê Diyanet-Senê Hamît Ergîn mijara êrîşên ku li Xerbê li dijî Îslam û Mislimanan tê kirin nirxand. Ergîn ji Mislimanên ku di êrîşa li Kanadayê li dijî mizgeftê hat kirin û di encama êrîşê jiyana xwe ji dest dan re rehmet xwend.

Ergîn bal kişand piştî ku Trump bûye serok li Ewrûpayê êrîşên li dijî Îslam û Mislimanan zêde bûye. Dûvre Ergîn wiha pê de çû: “Di derbarê Îslam û remzên Îslamê de gotinên wî çêbû. Çûna Emrîka ya hemwelatiyên 7 welatên Îslamî qedexe kir. Bi çi wechê dibe bila bibe biryara DYEyê ya di derbarê vê yekê de qet baş nîne. Ez vê biryarê şermezar dikim.”

“Ji teref Mislimanan ve gotina ‘Terora Xiristyanî’ nehatiye gotin”

Ergîn diyar kir ku bi êrîşên li dijî Misliman û mizgeftan tên kirin hewl tê dayîn ku li dijî Îslamê cephekî vekin. Dûvre Ergîn wiha pê de çû: “Îslamê ji bo xwe reqîb û xeter dibînin. Bi taybet ji bo ku bigihêjin armanca xwe ya li Rojhilata Navîn li dijî Îslamê şer dikin. Bi taybet di serî de kî êrîşa li Kanadayê lidar xistiye ez şermezar dikim. Li Kanadayê êrîş li mizgeftê hat kirin. Lê ji teref Mislimanan ve gitineke wek ‘Terora Xiristyanî’ nehat kirin. Lê mixabin him di merasîma sûndê ya Trump û him jî di ziyareta Seroka Almanyayê Angela Merkel ya li Tirkiyê de îbareyên wekê ‘terora Îslamî’ hat bikaranîn.”

“Dinya mihtacê Îslam û Mislimanan e”

Ergîn destnîşan kir pêwîst e ku medeniyeta Xerbê dev ji gotinên wiha berde. Dûvre Ergîna wiha li axavtina xwe zêde kir: “Trumpê ku melekeya aqilê wî zeîf e heke tenê bi serê xwe bikar bianibiya dê me bigotibûya li dinê derkkirinekî wiha heye. Melekeyên aqilê wî zeîf e. Merkel jî tê li welatekî wekê Tirkiyê li ber reîsê dewletekî qala terortiya Îslamî dike. Nexwe pirsgirêka van bi Îslamê re heye. Pêwîst e ku medeniyeta Xerbê dev ji gotinên wiha berde. Ev gotin ne ji bo wan û ne jî mirovahiya li dinê baş e. Îslamiyet dînê aşitiyê ye. Dinya mihtacê Îslam û Mislimanan e.”

Ergîn diyar kir ku pergala Xerbê çikiyaye. Ji ber vê yekê Însanan berê xwe daye Îslamê. Dûvre Ergîn wiha destnîşan kir: “Êdî tevecuh di Îslamê de ye. Dixwazin ku vê tevecuhê terorîze bikin û bi destê xwe piştgirî didin vê terortiyê. Hemî rêxistinên terorê bi destê ajanên Emrîka, CIA û Sîyonîzm Îsraîlê tê kirin. Li dinê kes tune ku nizane di heyama hilbijartinê de Trump îtiraf kiribû ku DAÎŞ ji teref Emrîka ve hatiye damezrandin.”

Ergîn herî dawî di derbarê êrîşa ku li Kanadayê hat lidarxistin de axivî. Ergînê ku êrîşê şermezar kir wiha ragihand: “Her wiha gor agahiyên ku me ji medyaya Kanadayê bi dest xistiye êrîşa duyemîn hatiye lidarxistin. Dê ev êrîşekî çekê ne lê herî dawî însanan dê nerehet bike. Êrîşekî ku mafê jiyanê nade Îslamê hatiye lidarxistin. Ez vê êrîşê şermezar dikim.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir