• DOLAR 32.57
  • EURO 35
  • ALTIN 2459.879
  • ...
"Ji ber birrîna ceyranê em nikarin beşdarê fuarê bibin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Esnafê navçeya Şahînbeya Dîlokê diyar kir ku ew dixwazin beşdarê “Fuara Penye, Tekstîl û Teknolojiyan” a ku dê 8ê Sibatê were lidarxistin bibin. Lê ji ber ku ev heftiyeke ceyran tune wan amadehî nekirine. Ji ber vê yekê dê ew beşdarê furê nebin.

Li navçeya Şahînbeya Dîlokê di taxa Alabeyê de ev heftiyeke tim û tim ceyran tê birrîn. Ji ber vê yekê esnaf ji TEDAŞê re bertek nîşan da. Esnafê hawîrdor diyar kirin ku di sîteya Penyecîlerê de ji ber ku xetên taxên din avêtine ser trafoya ceyranê ya aîdê esnafê di trafoyê de tim û tim teqîn çêdibe. Esnaf diyar kir ku ji ber vê yekê ewletiya can û malê wan tune û ji rêvebiran xwestin bila ev yek were çareserkirin.

200 esnafê xwediyê penye û tekstîlê yên ku li herêmê nêzî 3 hezar karkerên wan hene ji ber ku ji Navenda Fuara Rojhilata Navîn a ku dê 8ê Çarşema Sibatê were vekrin amadehî nekirine diyar kirin ku esnaf zirarê kiriye. Ji ber vê yekê wan xwest bila fuar were taloqkirin.

Ji esnafên herêmê Mehmet Tevfîk Akan diyar kir ku ew çendîn roj e ji ber ceyranê pirr zehmetî dikêşin. Wan giliya mijarê kirine lê tu kes bersiva wan nedaye.

Akanê ku di yar kir ne ewlehiya wan a canê û ne jî ya malê heye wiha axivî: “Ji roja duşemê pê ve ceyrana me tune. Carinan tê û dûbare diçe. Di nav heftê de tên arizayê çêdikin. Lê piştî ku diçin dûbare heman arizê pêk tê. Niha jî di trefoyê de dixebitin. Çareseriyekî mayînde tune.”

“Me nekarî ji fuara penye, tekstîl û teknolojiyan re amadehî bikin”

Akan diyar kir ku wan nekariye wiha ji fuara penye, tekstîl û teknolojiyan re amadehî bikin. Dûvre Akan wiha pê de çû: “Me rewşê ji rêvebiran re ragihand. Me îmza berhev kir ji midûrtiyê re şand. Lê mixabin kesên ku me wek muxatab bihesibîne tune. Em li vir perîşan dibin. Rêvebir dibêjin ‘temam, dê em çêbikin. Ji trafoyê re giran tê.’ lê tu tiştekî nakin. ”

Ji esnafê Alî Açik diyar kir ji ber ku ceyran hatiye birrîn wan amadehî nekirine. Ji ber vê yekê ew nikarin beşdarê fuarê bibin.

Dûvre Açik wiha destnîşan kir: “Em vê yekê çendîn car e ji rêvebiran re dibêjin. Her roj tên saetekî dixebitin. Lê piştî ku ew diçin dubare heman pirsgirêk çêdibe. Ya mihîm ew e ku îsal fuarekî ya ku dê fîrmayên me yên navneteweyî beşdar bidin heye. Di vê fuarê de dezgahên hemî esnafên ku li vir in hene. Ev salek e ku berhemên ku salek e ku ji bo di fuarê de pêşewaz bikin amade kirine. Lê ev heftiyek e ku atolyeyên tu kesî naxebite. Ji ber vê yekê dê em berhemên ku me amade kiriye dernexin sitandên fuarê.”

“Dê fuar vebe lê di holê de berhem tune”

Eray Polatê ku ragihand her esnaf ji bo fuarê 20-25 hezar TL mesref kiriye wiha pê de çû: “Wekê ku hûn dibînin ev rezîlayî ye. Hemî esnaf ji ber ku ceyran tune naxebitin. Niha hemî atolye girtî ne. Em li navenda Dîlokê vê pirsgirêkê dibînin. Di heftiya herî dawî de her roj ceyran diçe. Heke dê trafo were guhertin bila bê guhertin. Em gilîdar in. EWm bi perên xwe xizmetê dibînin. Îro her esnaf 20-25 hezar TL mesref kiriye. Em bac, ceyran û faturayên xwe didin. Dê fuar vebe lê di holê de berhem tune.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir