• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
 "Pêwîst e em dahatûya manewî ya zarokên xwe zêdetir bifikirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ograş di berdewama axavtina xwe de diyar kir Îmtîhana Sîyerê  li 220 navendên 64 bajêran hatiye tertîpkirin  û ew bi vê îmtîhanê niyet kirine ku nesleke bi îman mezin bikin.

“Em ji kesên ku keda wan di pêvajoya tertîpkirina îmtîhanê de heye re teşekur dikin”

Ograş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji xelkê re ji ber ku eleqe ji îmtîhanê re nîşan dane teşekkur kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îmtîhana Sîyerê di 29ê Çileyê roja yekşemê  li 220 navendên 64 bajêran hat tertîpkirin. Em ji hemû kesên ku keda wan di tertîpkirina vê îmtîhanê de heye re teşekur dikin, mala wan ava be. Xweda ji tevan razî be. Îmtîhaneke baş çêbû. Digel şert û mercên neyînî yên zivistanê û digel hinek astengiyan hemd ji Xweda re îmtîhaneke baş çêbû.”

 “Ji bo tenduristiya rih û qelbê neslên xwe divê em hewleke mezin nîşan bidin”

Ograş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji 200 hezarî zêdetir beşdarvan bi wesîleya îmtîhanê gelek tişt hîn bûne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Pîr û kal, zêç û zarok tev de beşdarî îmtîhanê bûn. Li gelek deran dê, bav û zarok tevlî îmtînanê bûn ku ev tenê taybetiya vê îmtîhanê ye.  Ji bo li tevahiya Tirkiyê zêdetir kes tevlî îmtîhanê bibin em zêdetir hewil bidin. Her sala ku derbas dibe zêdetir kes tevlî îmtîhanê dibe. Em eleqe û muhabbeta xelkê ya ji bo Hz. Muhammed dibînin. Ji bo hebûna wî li temamê malan bê sehkirin em ê hewil bidin. Ji bo exlaqê Hz. Muhammed li her derê jiyanê bê tetbîqkirin divê hemû kes hewil bide. Ji bo tenduristiya rih û qelbê neslên xwe divê em hewleke mezin nîşan bidin. Pêwîst em ji dahatûya maddî zêdetir dahatûya manewî ya zarokên xwe bifikirin.”

Ograş di dawiya axavtina xwe de diyar kir li Manîsa, Aksaray, Osmaniye û li Erdehxanê amîrên mulkî ji bo îmtîhana sîyerê problem derxisitine û ew hêvî dikin ku sala were mişkîle û problemên wisa neyên derxistin.(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir