Nifûsa Dîlokê gihaşt nêzî 2 milyonan
Ji teref Midûrê Herema Dîlokê yê TUÎKê ve hat destnîşankirinnifûsa Dîlokê gihaşt nêzî 2 milyonan.
Midûrê Herema Dîlokê yê TUÎKê Orhan Deha Dede di derbarê mijarê de destnîşan kir di nava salekê de nifûsa Dîlokê 42 hezar û 408 kes zêde bû. Dede dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di nava salekê de nifûsa Dîlokê 42 hezar û 408 kes zêde bû û nifûsa Dîlokê bû milyonek û 974 hezar û 244 kes. Digel Sûriyeyiyên ku li Dîlokê dijîn nifûsa Dîlokê 2 milyonan zêdetir bû.”(ÎLKHA)