• DOLAR 32.582
  • EURO 35.001
  • ALTIN 2461.376
  • ...
Li Dîlokê ji maleke 4 qamyon qirş derket
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Şahînbeya Dîlokê ji ber ku ji mala ku xuh Necla û bira Alî bihev re tê de dijiyan hêhn dihat giliya wan hat kirin. Piştî ku tîmên şaredariyê hat wir ji malê 4 qamyon çop derket.

Hat destnîşankirin ku çendîn meh e xuh û bira ji malê qirşên xwe neavêtine. Her wiha hat destnîşankirin ku berê jî ji heman malê 3 qamyon qirş hatiye derxistin.

Midûrtiya Zabiteyên Şaredariya Midûrtiyê û tîmên Midûrtiya Karûbarên Paqijiyê giliya nişteciyên Taxa Bekîrbeya navçeya Şahînbeyê nirxandin. Wan destnîşankirin ku dema ew çûnê wê malê bi qirşan re rû bi rû mane.

Nişteciyên ku di cadeya Koyuncuyê Taxa Bekîrbeyê dijiyan ji ber ku bêhn ji mala ku tê idîakirin xuh û birayê pirsgirêkên wan ên derûnî hene dijîn de bêhên tê wan giliya wan ji Şaredariya Şahînbeyê re kirin.

Tîmên şaredariyê piştî ku gilî hat kirin hatin malê û dîtin ku mal di rewşekî pir gemar de ye. Dûvre tîm wek maskedar têkeve nav malê û ji malê 4 qamyon qirşên wekê qarton, poşetên plastîk, teneke û gelek melzemeyên din derdixin.

Mixtarê Taxa Bekîrbeyê Alî Satil diyar kir ku berê jî di heman malê de qirş û qal hatine berhevkirin û dûvre hatiye paqijkirin. Lê xuh û birayê ku tê idîakirin ku pirsgirêkên wan ên derûnî hene bişev qirşan berhev dikin û malê ji qirşan dadigirin.

Satil wiha diyar kir: “Berê jî qirşên di vê malê de ji teref ekîbên şaredariya me ve hatibûn paqijkirin. Lê bixwe dîsa bişev qirşên ku berhev dikin di malê de kom dikin. Xwediyê malê rastî însanekî xerab nîne. Lê nexweşiyekî wî ya wekê qirş berhevkirinê heye. Ji ber bêhna qirşan cîran narehet dibin.”

Mixtarê Taxa Yazicikê Nahsen Suluker wiha axivî: “Li vê malê her sal pirsgirêk derdikeve. Şaredariya me sax bibe. Her sal tê qirşên vê malê paqij dike. Lê ji ber nexweşiya berhevkirina qirşan ê vê şexsê ev mal ji nû ve ji qirşan tê dagirtin. Nişteciyên taxê pir aciz in. (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir