Serwîsa xwendevanan û motosîklet li hev qelibîn: Birîndarek
Li navçeya Qosera Mêrdînê serwîsa xwendevanan û motosîklet li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de kesek birîndar bû.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin qeza li ser Kolana Mêrdînê li hember Alaya Hûdudê ya 4emîn pêk hat. Di qezaya ku pêk hat de ajokarê motosîkletê Umut Kaziz birîndar bû. Kaziz bi ambûlansê rakirin nexweşxanê. (ÎLKHA)