• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
 "Tu êdî nikarî ji xwe re bi çêkirina dijminan li ser piyan bisekinî"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke dê bê bîran Serokê Nû yê DYEyê Donald Trump têketina Emrîkayê ya welatiyên welatên Iraq, Îran, Sûriye, Sudan, Lîbya, Yemen û Somalî qedexe kiribû. Serokê Şaxa Makezanîsta Dîroka Felsefeyê yê Zanîngeha Dîcleyê Bulent Sonmez di derbarê vê mijarê de nirxandinan kir  û dest nîşan kir ev rewş heta heta berdewam nake û êdî tu kes nikare ji xwe re bi çêkirina dijminan li ser piyan bisekine. Sonmez di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser bêîstîqrariya ku li alema xerbê rû daye.

 “Demekê zilamê nexwş Osmanî bû lê a niha Ewrûpa ye”

Sonmez di berdewama axavtina xwe diyar kir xerb nizane çi dike û di nava panîkê de ye. Sonmez dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ewrûpayeke ku îqtîsada wî hilweşiyabe ne mimkûn e ku di çarçoveya exlaqê de tevbigere. Jixwe tiştekî ku li ser bingeha pozîtîf û materyalîst hatiye avêtin heye. Heta ku îqtîsad baş be her tişt pir baş e. Dema ku birçîbûn dest pê dike her tişt eşkere dibe. Îngîltere biryar da ku ji Yekîtiya Ewrûpayê veqete. Yekîtiya Ewrûpa dê hilweşe. Demekê zilamê nexwşe Osmanî bû lê a niha Ewrûpa ye.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir