• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Nexweş ji barîna berfê wek neyînî bandordar bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber barîna berfê ev demekî dirêj e ku herma rojhilat û rojhilata başûr wek neyînî bandordar dibe. Nexweş û pîrekên dûcanî yên ku li navçeyên Dutaxa Agiriyê û Qabilcewz û gercewsa Êlihê ji ber barîna berfê wek neyînî bandordar bûbûn bi balafirên ambulansê wan gihandin nexweşxaneyan.

Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Êlihê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku 2 pîrekên ducanî  yên di gundên Hereya Qabilcewzê û Kirkata Gercewsê û pîrekek a nexweşa tansiyonê ya li Gundê Gaxmanika Qabilcewezê dijî tîmên Îdareya Taybet a Bajêr di encama hewldayîna çendîn saetan wan gihandiye nexweşxaneyê.

Her wiha di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Wanê ve hatiye dayîn de hat ragihandin ku li Gundê Doşkayaya girêdayê navçeya Dutaxa Agiriyê nexweşek a ducanî ji ber berf û bagerê li gund dorpêçkirî maye. Dûvre tîmên tendirûstiyê wê bi balafirgeha ambulansê rakirine Navenda Tibê yê Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Wanê. (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir