• DOLAR 32.48
  • EURO 34.756
  • ALTIN 2439.697
  • ...
 "Belavbûna Îslamê Ewrûpayê aciz dike"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Roj tuneye ku li welatên Xerbê li dijî Îslam û Mislimanan êrîş neyê kirin û li hemberî wan çalakîyên şidetê neyê kirin. Herî dawî  li Kanadayê  êrîşeke çekdarî li camiyekê hat kirin  û 6 Misliman hatin şehîdkirin. Nûnerên STKyan û welatî çalakîyên şidetê yên ku li Ewrûpayê di bin navê Îslamofobiyê de  li dijî Îslam û Mislimanan tên kirin nirxandin û destnîşan kirin  belavbûna Îslamê Ewrûpayê aciz dike.

Serokê Şaxa Dîlokê yê  Komeleya Alimên Misliman a Navneteweyî Omer Mert di derbarê mijarê de destnîşan kir  dewletên Ewrûpayê di bin navê Îslamofobiyê de êrîşî Îslam û Mislimanan tê kirin.

Mert di berdewama axavtina xwe de diyar kir  dijmintiya Îslamê li Xerbê ne nû ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Amborgoya ku serokê DYEyê li ser welatên Îslamê daniye, dijmintiya camiyan, êrîşên ku li Pêxemberên me tên kirin, qrîza karîkaturê, bi camiyan ve daliqandina serê berazan tenê bi gotinekê tên gotin ku ew jî Îslamofobî ye. Ev jî tê maneya têgihiştina nefreta xerbê û dijmintiya wî ya li dijî Îslamê.”

Serokê Şaxa Dîlokê yê Dîyanet-Senê  Muslum Goral jî di derbarê mijarê de diyar kir  digel xwîna ku li her derê diherike yê Mislimanan be jî xerb ji bo karibe xwe li ser piyan bigre her tim xwe heqdar nîşan dide. Goral dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev yek têgihiştina ku bi zanebûn wek Îslamofobî hatiye sazkirin e. Li Kanadayê êrîş li mizgeftê hat kirin û 6 Misliman şehîd bûn. Ez vê yekê şermezar dikim. Digel xwîna ku li her derê diherike yê Mislimanan be jî xerb ji bo karibe xwe li ser piyan bigre her tim xwe heqdar nîşan dide. Ên ku terorîst tên îlankirin Misliman in. Ev operasyoneke têgihiştinê ye. Qetilkirina Mislimanan a ku li Kanadayê hat kirin bi zanebûn hat kirin. Bi vê yekê tê xwestin  Mislimanan tahrîk bikin.”

Welatiyên bi navê Îsmaîl Çetîn, Sema Gungor û Ahmet Aktaş jî di derbarê mijarê de nêrînên xwe  anîn zimên. Di derbarê mijarê de Îsmaîl Çetîn ‘ Xerb û Emrîka dijminê Îslamê ne, berî ku Trump were  her tim diyar kir ew dijminê Îslamê ye’, Sema Gungor ‘ ev tişt ne rast in’  Ahmet Aktaş ‘dijmintiya Îslamê ya alema xerbê ew ê bidome.’ diyar kirin.(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir