Di operasyonên FETO de 35 kes hatin binçavkirin
Mûş wek navenddi operasyonên ku li 17 bajêran li dijî FETO hatin kirin de 35 kes hatin binçavkirin.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Mûşê ve hatiye dayîn de hat destnîşankirin Mûş wek navend di operasyonên ku li 17 bajêran li dijî FETO hatin kirin de 35 kes hatin binçavkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin di nava kesên ku hatine binçavkirin de Midûrê Ewlehiyê, Amîrê Ewlehiyê, Komîser, Serkomîser û polês hene. (ÎLKHA)