Rejîma terorê li Şerîaya Rojavayê avadaniya 3 hezar avahiyan pejirand
Hat ragihandin ku Îsraîla rejîma dagirker li Şerîaya Rojavayê avakirina 3 hezar avahiyan pejirandiye û di heman herêmê de li ser erdên taybet ên Filîstîniyan bi zorî dest bi tehliyê hat kirin.
Hat ragihandin ku hikûmeta dagirker plana avakirina 3 hezar avahiyên nû pejirandiye. Her wiha hat ragihandin ku heman herêmê de li ser erdên taybet ên Filîstîniyan bi 3 hezar polêsên Sîyonîst bi zorî dest bi tehliyê hat kirin.
Wezîrê Parastina Îsraîla rejîma dagirker Avîgdor Lîeberman doh êvarê daxuyanî da. Lîeberman di daxuyaniyê de destnîşan kir ku li Şerîaya Rojavayê avakirina 3 hezar avahiyan pejirandiye. (ÎLKHA)