3 kesên ku propgandaya PKKê dikirin hatin girtin
Li Êlihê 3 kesên ku tê diyarkirinji ser medyaya civakî propgandaya PKKê kirine hatin girtin.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Êlihê ve di derbarê mijarê de hatiye dayîn de hat ragihandin di serdegirtinên ku li dijî kesên propagandaya PKKê kirine hatin kirin de 8 kes hatin binçavkirin.
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ji van 8 kesên ku hatine binçavkirin 3 jê bi şerta kontrola edlî tev de 5 kes hatin serbestberdan û 3 kes jî bi hinceta kirina propagandaya PKKê hatin girtin.(ÎLKHA)