• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
 "Keda 10 salan di nabeyna 10 deqîqan de winda bû"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hemwelatiyê ku ji bo aqtîfkirina şîfreya hesaba xwe ya înternetê aqtîf bike çû Şaxa Navenda Nisêbînê ya PTTê. Hemwelatî li vir agahiyên nasnameya xwe da rêvebiran. Dûvre jê re gotin ‘niha sîstem tune’ û wê şandin. Piştî demekî kurt telefon lê hat kirin û hat xapandin.

Bîlal Keskînê ku birayê wî yê ku ji bo aqtîfkirina şîfreya hesaba xwe ya înternetê aqtîf bike çû Şaxa Navenda Nisêbînê ya PTTê û dûvre hat xapandin di derbarê mijarê de axivî.

Keskîn wiha qala hedîseya ku di serê birayê wî de hat kir: “Birayê min ji PTTê derdikeve diçe malê telefona wî lê dixe. Kesê di telefonê de ji birayê min re wiha dibêje; ‘tu beriya çend deqîqan hatî PTTê da ku şîfreya hesa»ba xwe ya înternetê aqtîf bikî. Lê ji ber ku sîstem tunebû me nekarî alîkariya  te bikin. Niha sîstem hatiye dê ez alîkariya te bikim.’ Piştî vê yekê jê 6 reqamên herî dawî yên qarta wî ji xwestiye. Birayê min jî piştî ku reqaman didê telefona wî tê girtin. Li wir ew fêm dike ku tiştekî nelirê çêbûye. Ji ber vê yekê di nabeyna 10 deqîqan de diçe PTTê. Wezîfedarên PTTê jî guman kirine ku ew hatiye xapandin û jê xwestine ku ew hesaba xwe kontrol bike. Wezîfedar jî hesaba wî kontrol kiriye u teyit kiriye ku ew hatiye xapandin. Wezîfedar dibêje bi hinek ji vî perê hinek fature hatine razandin û hinek jî neqlê hesabên din hatiye kirin. Li ser vê yekê dema ji wan re dibêje ez çi bikim? Ew jî dibêje herin ji qereqolê re giliya wan bikin.”

 “Em li ber çavan em dihatin xapandin û PTT bes li me mêze dikir”

Keskîn diyar kir ku ew dûvre bi birayê xwe re çûye giliyê vê hedîsê kiriye. Dûvre Keskîn wiha axivî: “Dema ku çû qereqolê di rê de li min geriya û ez jî çûm qereqolê cem wî. Polêsên li wir ji me re gotin ‘gelo we hesabê da girtin?’. Me got ne. Piştî vê yekê me li PTTê geriya da ku hesabê bigirin. Lê ji me re gotin em nikarin hesabê bidin girtin. Divê ji bo vê yekê hûn biçin PTTya navend. Dûvre mecbûr em çûn çaxa PTTê ya navend. Lê wan ji gotin em nikarin hesabê bidin girtin. Em li ber çavan em dihatin xapandin û PTT bes li me mêze dikir. Dema em ewil çûn PTTê 30 hezar TL ji hesabê kişandibûn. Dûvre me dît ku 4 hezar TL jî jê kişandine. Hinek pere me neqlê hesaba birayê min kir lê bi tevahî 34 hezar TL ji hesaba me hat kişandin.”

 “Em hêvîdar in ku ev şebeke bê dîtin û mexdûriyeta me bê çareserkirin”

Keskîn diyar kir ji xwe ew di pêvajopya herî dawî de li navçeyê zêde mexdûr bibûn. Bi vê xapandinê re ew zêdetir mexdûr bûne. Herî dawî Keskin wiha destnîşan kir: “Ji xwe em mexdûr bûn. Niha keda 10 salan di nabeyna 10 deqîqan de winda bû. Em gilîdar in. Daneheva malbata me di heman hesabê de bû. Em ji rêvebiran rica dikin ku ev şebeke bê dîtin û mexdûriyeta me bê çareserkirin.” (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir