Di operasyona tiryakê de pevçûn: Miriyek
Di operasyona tiryakê ya ku li Gazîosmanpaşaya Stenbolê hat lidarxistin de di navbera polês û şikdaran de pevçûn derket. Di encama pevçûna ku derket de kesekî şikdar hat kuştin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di operasyona tiryakê ya ku li Gazîosmanpaşaya Stenbolê hat lidarxistin hat xwestin wesayîtek bê sekinandin. Lê belê wesayît nesekinî û ajokarê wesayîtê xwest ji cihê bûyerê bireve. Kesê şikdar di dema revê de di ser polêsan de gule berda û pevçûn derket. Di pevçûna ku derket de kesekî şikdar hat kuştin û yeck jî wek birîndar hat qefaltin.(ÃLKHA)