• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Îmtîhana sîyerê li Karabûkê bi kelecan hat pêşewazkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îmtîhana sîyerê ya ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve her sal li gelemperê Tirkiyê tê lidarxistin cara yekemîn li Karabukê hat lidarxstin. Gelê bajer îmtîhanê bi şiklekî kelecan pêşewaz kirin.

Îmtîhana sîyerê ya ku li gelemperê Tirkiyê di 64 bajar û 150 navçeyan de bi tevahî li 220 navendan de hat lidarxistin ji 200 hezar kesan zêdetir zarok û mezin beşdarê îmtîhanê bûn. Îmtîhana ku di saet 10.30an de dest pê kir 2 saet ajot.

Îmtîhana Sîyerê ya ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve her sal tê lidarxistin li Karabukê di Dibistana Navend a Mevlana ya Karabukê de hat lidarxistin.

Ji rêvebirên platformê Mazlum Bulut û Nîmetullah Taş piştî îmtîhanê daxuyanî dan. Bulut û Taş destnîşan kirin ku ev cara yekemîn e li Karabukê îmtîhan tê lidarxistin. Gelê bajêr bi kelecan vê îmtîhanê pêşewaz kirine.

Ji rêvebirên platformê Mazlum Bulut wiha axivî: “Wek platform fealiyetên me yên cûr bi cûr jî hene. Îmtîhana Mealê ya Qur’ana Pîroz, Îmtîhana Sîyerê, bibîranîna Pêxemberê me wek bername li bajar û navçeyên cûr bi cûr ên wekê wîladeta pîroz tên lidarxistin. Wek gelemperî armanca me ew e ku eşqa Pêxemberê me, jiyan û exlaqê Wî ji civakê re bidin naskirin.”

Nîmetullah Taş wiha destnîşan kir: “Wek Platforma Evîndarên Pêxember me îsal bes îmtîhana sîyerê lidar xist. Di salên beriya me de li Karabukê dê em îmtîhana mealê û bernameyên wîladeta pîroz û bernameyên cûr bi cûr lidar bixin.”

Ji kesên beşdar zarokê k udi qategoriya yekemîn de têketibû îmtîhanê wiha axivî: “Pirs bi qelîte bûn. Ez qasê ku ji îmtîhanê re xebitîm amade bûm. Ciyên ku ez nexebitîbûm jî hebû. Lê dîsa baş derbas bû.”

Pêşbazên din jî wiha axivîn: “Rastî jî pirr bi sûd, xizmetekî pirr baş. Ji ber ku xelata wê Umre ye teşwîq dike. Di saya vê teşwîqê de em jiyana Pêxemberê me hîn dibin. Belkû kesên ku qet nas nakin ji ber ku xelata wê Umre ye dibêjin; ‘ez bixebitim û biçim Umreyê.’” (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir