• DOLAR 34.098
  • EURO 38.099
  • ALTIN 2874.775
  • ...
"Pêwîst e ku jiyana Pêxember wek mînak were tetbîqkirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Diyarbekirê 40 hezar kes beşdarê îmtîhana sîyerê ya ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve hat lidarxistin bûn. Pêşbazan piştî îmtîhanê ji ÎLKHAyê re axivîn. Wan destnîşan kirin divê ku jiyana Pêxember wek mînak were tetbîqkirin.

Mehmet Nurî Ozdemîrê ku di qaregoriya 4 emîn de beşdarê îmtîhanê bû diyar kir ku wî peyama cîhanî ya ku pêxember ji dinê re diyar kiriye baş fêm kiriye. Dûvre Ozdemîr wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îmtîhana normal derbas bû. Kesên ku xebitîbûn dikarîna bibersivandina. Min carekî pirtûkê xwend. Me peyama cîhanî ya ku Pêxemberê me ji dinê re eşkere kiriye fêm kir. Ez tawsiye dikim ku hevalên din jî beşdar bibin. Kesên ku dê zirar bike tune.”

“Pêwîst e ku em exlaqê Wî tetbîqê jiyana xwe bikin”

Îbrahîm Sever bal kişand ser xala manewî ya îmtîhanê. Dûvre Sever wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îmtîhan baş bû û pirs bi qelîte bûn. Divê ku bal bikişînin ser xala maneyî ya vê îmtîhanê. Pêwîst e ku bernameyên wiha her tim werin lidarxistin. Ez hêvîdar im ku ev yek bidome.Kesên ku beşdarê îmtîhanê bûn kar kirin.”

Betul Şîmşek di derbarê îmtîhanê de wiha axivî: “Îmtîhan wek gelemperî baş bû. Pirsên pir xweş hatibûn amadekirin. Xweda ji herkesên ku keda wan tê de heye razî bibe. Min di pirsên di derbarê navan û rêza bûyeran de zehmetî kişand. Min pirtûkê 3 caran xwend û min dît ku di cengan de pîrekên Misliman ji zarokan re bi helwestekî xweş tevger dikirin û Hz Muhammed ji herkesî re ewledar û dirust bû. Ev yek pir bala min kişand. Di pirtûkê de agahiyên pir xweş hebûn. Înşaellah dê em îstîfade bikin.”

“Di vî îmtîhanê de ya herî girîng ew e ku mirov jiyana Hz Muhammed hîn bibe”

Yasemîn Guneşaydin diyar kir ku ev îmtîhan ji bo wan gelek bi sûd bûye. Dûvre Guneşaydin wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îmtîhan hêsan bû û pirr baş derbas bû. Dema ez sibê rabûm min dît ku hemî zarok ji bo îmtîhanê têketine rê. Vê yekê min pir bextewar kir. Di vî îmtîhanê de ya herî girîng ew e ku mirov jiyana Hz Muhammed hîn bibe. Li vir armanc ne ew e ku mirov xelat bidest bixe. Ez bawer im ku di vê îmtîhanê de kesên ku heta niha jiyana Hz Muhammed nexwendibûn jî hebûn. Wan jiyana Hz Muhammed xwendin û hînbûn. Heke ew xelat nistînin jî wan qezenc kirine.”

“Em hînbûn ku di civaka cahîlî de pîrek çiqas bêqîmet bûne”

Mulkîye Onat diyar kir pêwîst e di vê îmtîhanê de armac ew bibe ku mirov jiyana Hz Muhammed hîn bibe û dûvre tetbîqê jiyana xwe bike. Dûvre Onat wiha pê de çû: “Îmtîhan baş derbas bû û pirs pirr hêsan bûn. Me ji jîyana Hz Muhammed mînak sitand. Em helbesta Wî ya li dijî zarok û pîrekan hînbûn. Em hînbûn ku di civaka cahîlî de pîrek çiqas bêqîmet bûne.”

Ji pêşbazan Songul Dundar wiha axivî: “Îmtîhan pir baş bû. Em di vê îmtîhanê de tiştên ku me nedizaniya em hîn bûn. Tawsiyeya min ew e ku herkes jîyana Hz Muhammed hîn bibe.”

Hacer Guçlu diyar kir ku îmtîhan baş derbas bûye. Dûvre Guçlu wiha destnîşan kir: “Min di çend pirsan de zehmetî kişand. Bi taybet di derbarê cengan de Cenga Muteyê min aciz kir. Min pirtûkê 2 car xwend.”

Muhammed Sertîp Kavutê di qategoriya duyemîn de beşdarê îmtîhanê bû wiha axivî: “Min pirtûkê 3 car xwend. Me hatina dinê ya Pêxemberê me, malbata Wî, şerên ku beşdar bûye xwend. Me peyama ku pêxemberê me ji me re diyar kiriye fêm kir. Pêwîst e ku em di rêya Wî de bimeşin û bibin Umeta Wî.”

Omer Cengîz wiha destnîşan kir: “Pir kelecan hebû. Îmtîhanekî pir xweş bû. Em bi îmtîhanên wiha jiyana Pêxemberê xwe çêtir hîn dibin. Pêwîst e ku herkes beşdarê vê îmtîhanê bibin.”

Şeyma Şen jî wiha ragihand: “Em têketin îmtîhanê. Mijara cengan me hinekî aciz kir. Min pirtûkê carekî xwend. Lê min baş fêm kir. Pêxemberê me ji bo me mînak e.”  (ÎLKHA)

























































Bu haberler de ilginizi çekebilir