• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
 "Pêwîst e kesên ku di cinayeta Cafer Gîzlî de îhmala wan heye  bên darizandin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di doza Cafer Gîzlî de ji qatil re 21 sal ceza hat dayîn. Malbata Gîzlî û parezerê doza di derbarê doza Cafer Gîzlî de destnîşan kirin  cezaya ku ji fail re hatiye dayîn ne bes e û pêwîst e kesên ku di cinayeta Cafer Gîzlî de îhmala wan heye jî bên darizandin û cezakirin.

“Diyar e ku tê xwestin li ser vê bûyerê bê girtin”

Mustafa Yavuzê ku parezerê dozê ye di derbarê mijarê de diyar kir di dema kirina cinayetê de ne tenê kesek bi dehan kes hebûn. Yavuz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lêpirsîn ji bo midûr û xebatkarên  ku di bin bunya Wezareta Werzîş û Ciwaniyê  û yên Wezareta Perwerdeya Neteweyî bên fihîlkirin hat birêvebirin. Ji ber vê yekê lêpirsîn ji ser kesekî tenê hat birêvebirin. Ji ber ku îddîaname li ser yekî hatibû amade kirin darizandin jî wisa berdewam kir. Di derheqê wezîfedaran de lêpirsîn nehat vekirin, di derheqê bersûc û kesên îhmalkar de tu doz nehat vekirin ku ev yek xelet û çewt e.  Hetta kesê bersûc û kesên din di lêpirsînê de wek şahid hatin guhdarkirin. Eşkere ye ku tê xwestin li ser vê bûyerê bê girtin. Ji bi rayedarên xewgehê xelas bikin bûyer weke ku ne siyasî wek ku adlî ye nîşan dan. Me xwest ku temamê kesên ku ji vê cinayetê re bûne sedem bên darizandin.”

Salih Gîzliyê ku bavê Cafer Gîzlî ye jî di derbarê mijarê de diyar kir  edalet bi şikleke kamil tecellî nekiriye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Destpêka cinayetê di dosyayê de nîne. Kî di nava vê bûyerê de ye? Di dîmenên kamerayên ewlehiyê de tê dîtin di dema cinayetê de Mehmet Duman li derve disekine, temaşa dike û dû re tevlî bûyerê dibe. Beriya vê bûyerê levdanek heye.  Em dizanin kesên ku li vî welatî kevir davêjin çi qas ceza  dixwin, lê  îfadeya wan kesên ku tevlî lihevdanê bûne nehat standin. Ji wan re bêtaqîbî hat dayîn. Berpirsiyarên qampê, rayedar tu kes ji van cezayeke biçûk jî nexwarin û doz hat girtin.”

“Zarokek bi tena serê xwe van tiştan nekiriye “

Gîzlî di berdewama axavtina xwe de diyar kir  di derheqê vê dozê de roja ewil qerar hatibû dayîn û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Kesên ku tevlî bûyerê bûbûn wek şahid hatin guhdarkirin.  Ger ku hemiyan anîbana û wanan darizandibana ew ê heyeta  mehekemê wê demê fêm kiriba ku bûyer ne edlî siyasî ye.  Ji kesekî tenê re ceza hat dayîn ku ev yek ji bo me heqaret e.  Kesekî ku eql daye vî lawî heye. Zarokek bi tena serê xwe van tiştan nekiriye.”

Wekê ku dê bê bîran Cafer Gîzlî di 31ê Çileya Paşîn a 2016an de li Silîfkeya Mêrsînê di qempa ku ji teref Midûrtiya Bajêr a Xizmetên Ciwanî û Werzişê ya Mêrsînê ve hatibû lidarxistin de ji teref komek alîgirên PKKê ve hatibû qetilkirin.

Nûçeyên di derheqê qetilkirina Cafer Gîzlî de

http://ku.ilkha.com/haber/2758/xwendevanek-ji-teref-pkkyiyan-ve-bi-hovt-hat-sehdkirin

http://ku.ilkha.com/haber/6366/di-cinayeta-cafer-gzl-de-rapora-kes-pzan-hat-wesandin

http://ku.ilkha.com/haber/2768/cenezeya-cafer-gzly-dibin-gund-w

http://ku.ilkha.com/haber/2761/hrgiliyn-cinayeta-cafer-gzl

http://ku.ilkha.com/haber/5392/doza-cafer-gzl-ji-27-cotmeh-re-hat-taloqkirin

http://ku.ilkha.com/haber/4143/nistina-yekemn-a-doza-cefer-gzliy-hat-dtin

http://ku.ilkha.com/haber/4137/nistina-yekemn-a-doza-cafer-gzliy-dest-p-kir

http://ku.ilkha.com/haber/4129/nistina-yekem-cafer-gzliy-d-sib-were-dtin

http://ku.ilkha.com/haber/4090/dmenn-qetilkirina-cafer-gzliy-derketin-hol

http://ku.ilkha.com/haber/2781/turgut-ji-mirina-cafer-gzl-dewlet-mesl-e

http://ku.ilkha.com/haber/4055/nistina-ewil-a-doza-cafer-gzliy-d-di-17-gulan-de-were-dtin

http://ku.ilkha.com/haber/3035/qempa-ku-cafer-gzl-li-wir-hatib-qetilkirin-xwendekar-l-hatin-bickirin

http://ku.ilkha.com/haber/2821/yapicioglu-c-taziya-cafer-gzl

http://ku.ilkha.com/haber/2795/hevaln-cafer-gzl-di-derheq-w-de-axivn

http://ku.ilkha.com/haber/2784/qempa-ku-cafer-gzl-l-hat-qetilkirin-hat-girtin

http://ku.ilkha.com/haber/2782/di-carcoveya-lpirsna-cinayeta-cafer-gzl-de-kesek-hat-tewqfkirin

http://ku.ilkha.com/haber/2771/huda-par-ji-qetilkirina-cafer-gzl-re-berteka-tund-nsan-da  

http://ku.ilkha.com/haber/7427/ji-qatil-cafer-gzl-re-21-sal-ceza-hat-dayn  (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir