• DOLAR 32.452
  • EURO 34.753
  • ALTIN 2436.25
  • ...
Di tatîlê de hînbûna Qur'anê îhmal nakin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navenda Bidlîsê di wextên naveyna nimêja maxrib û eşayê de Mizgefta Taxa 8ê Tîrmehê  bi zarokan tijê dibe û camî bi zarokan şên dibe. Zarokên ku her çi qas serma be û berf bibare jî  berê xwe didin mizgeftê û tevlî sefên dersa Qur’anê dibin. Cemaeta mizgeftê jî bi heyranî zarokên ku Qur’anê hîn dibin temaşa dikin.

 “Em him Qur’anê hîn dibin û him jî kêfê dikin”

Ji telebeyên mizgeftê Mîraç Bezîş û Sefa Ozuguzel di derbarê mijarê de destnîşan kirin digel ku mekteb tatîl bûn re ew dixwazin ji bo hînbûna dersa Qur’anê biçin mizgeftê. Telebe dû re wiha li axavtina xwe zêde kirin: “Mekteb bûn tatîl. Em bi roj, xwe dişemitînin, kitêb dixwînin û ders dişuxilin; êvarî jî em tên mizgeftê û em Qur’anê fêr dibin. Em dixwazin hevalên me yên din jî werin camiyê. Çend hevalên me yên ku nayên mizgeftê nizanin Qur’anê bixwînin. Dema ku nayên mizgeftê dest bi karên xirab û nebaş dikin. Heqê hemî kesî heye ku kitêb bixwîne û kêfê bike; lê bila werin camiyê jî.”

 “Em temamê hevalên xwe vedixwînin mzigeftê”

Xwendevanên bi  navê Muhammed ÇAYIR, Muhammed Yasîn Ozuguzel  û Erhan Onat jî di derbarê mijarê de hest û ramanên xwe wisa anîn zimên: “ Em li camiyê ji xwendina Qur’anê gelekî kêfxweş in. Em ji seydayê xwe yê ku dersa Qur’an, siyer û dersa exlaqê dide re teşekur dikin. Bila em vê kitêba ku Xweda ji me re şandiye fêm bikin. Em nimêja xwe bikin û di rêya Xweda de bimeşin.  Digel tatîlbûna mekteban, me berê xwe da mizgeftan. Em him dilîzin û him jî tên mizgeftê. Em temamê hevalên xwe vedixwînin mzigeftê.”

Cemaeta mizgeftê jî diyar kirin ji ber zarok li mizgeftê Qur’anê hîn dibin ew gelek zêde kêfxweş û şad in.(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir