3 kes ji kirina propagandaya PKKê hatin binçavkirin
Li navçeya Îslahiya Dîlokê 3 kesên ku tê diyarkirin ji ser hisaba medyaya civakî propagandaya PKKê kirine hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li navçeya Îslahiyeya Dîlokê li dijî kesên ku ji ser hisaba medyaya civakî propagandaya PKKê kirine operasyon hat lidarxistin. Di encama operasyonên ku hatin lidarxistin de kesên bi navê C.B., Î.C., û E.Y. bi îddîaya ji ser hisaba medyaya civakî kirina propagandaya PKKê hatin binçavkirin.(ÎLKHA)