• DOLAR 32.444
  • EURO 34.792
  • ALTIN 2445.013
  • ...
Li Êlihê ji 8 hezar û 765 malbatî re alîkarî hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bankaya Xurek a Umut Kapisiya ku girêdayê Platforma Alîkariyê ya Kerwana Umudê ye ji bi hezaran malbatî re alîkarî kir. Di derbarê alîkariyên ku hatine kirin de Arîkarê Serokê Giştî  yê Bankaya Xurek a Umut Kapisiya Êlihê Îzzet Ekîncî rapora fealiyetan a sala 2016an bi raya giştî re parve kir.

Ekîncî di daxuyaniya ku di derbarê mijarê de da de destnîşan kir di sala 2016an de di bihaya 804 hezar TLyê ji 8 hezar û 765 malbatî re alîkarî hat kirin. Ekîncî di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “ Umud –Der ji roja ku hatiye damizrandin ve bi berpirsiyariya civakî  ji bo civakê fealiyetên xwe bi rê ve dibe. Armanca me riza Xweda ye. Di sala 2016an de tevde 12 hezar malbat ji bo alîkariyê serî li komeleya me da. Em wek Umud-Derê di sala 2016an de di bihaya 804 hezar TLyê ji 8 hezar û 765 malbatî re alîkariyên cûrbecûr kir.”(ÎLKHA)

































Bu haberler de ilginizi çekebilir